Çeteyên dewleta Tirk stasyona avê ya Qanaya topbaran kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker stasyona avê ya Qanaya ya rojavayê bajarê Kobanê topbaran kir. Di encamê de av qut bû û şêniyên herêmê êdî bê av in.

Çeteyên dewleta Tirk stasyona avê ya Qanaya topbaran kir
3 îlon, 2025   19:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker stasyona ava vexwarinê ya bajarê Qanaya yê rojavayê bajarê Kobanê topbaran kir. Di encamê de tora kehrebeyê ya ku pê stasyon dixebite, rawestiya. Lewma şêniyên herêmê êdî bê av in. 

Tîmên pisporên sererastkirinê yên Desteya Enerjiyê hewl didin xwe bigihînin stasyonê û wê çak bikin.

(şx)