Xezîneya Amerîkî ceza li piştgirên DAIŞ'ê birî

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ceza li 2 pisporên ewlehiya sîberê li Misrê û li kesekî li Tirkiyeyê bi cih bûye ku destê wan di şandina pereyan ji ferdên girêdayî çeteyên DAIŞˊê re hene birî.

Xezîneya Amerîkî ceza li piştgirên DAIŞ'ê birî
30 ÇILE, 2024   21:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê ceza li 2 pisporên ewlehiya sîberê li Misrê û kesekî li Tirkiyeyê bi cih bûye birî. Wezaretê destnîşan kir ku wan her sêyan piştgirî didan çeteyên DAIŞ'ê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku welatiyê Misrî Muimin El Mocî Mehmûd Salim platformek bi navê Saziya Dîjîtal a Afaq ava kir û bi rêya wê perwerdeya sîberê dida alîgirên DAIŞ'ê da ku xwe ji çavdêriya dewletan veşêrin. Her wiha wî di warê teknîkî û veguhastina diravên şîfrekirî de destek dida çeteyên DAIŞ'ê.

Her wiha ceza li hevkara wî, Sara Cemal Mihemed El Seyid jî hat birîn. Wezaretê got wê endamên DAIŞ'ê tev li saziya Afaq dikirin û servîsên internetê dikirîn.

Faruk Guzel ê li Tirkiyeyê jî bi tawana şandina pereyan ji bo çeteyên DAIŞ'ê yên li Sûriyeyê di 2020ˊan de ceza lê hat birîn.

Nûnerê Wezareta Xezîneyê ya kar û barên terorê û îstixbarata aborî Bryan E. Nelson got, ev biryar rê li ber veguhastina pereyên DAIŞ'ê digirin, her wiha ji bo ku diravên şîfrekirî bi kar neynin û bi rêya internetê êdî îdeolojiya xwe ya terorîst belav nekin.

Nelson di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku Amerîka ji bo têkoşîna li dijî rêbazên pêşketî yên veguhastina pereyan ên DAIŞ'ê di hewldanan de ye da ku ew negihîjin pergala aborî ya cîhanê.

Wezareta Xezîneyê da zanîn ku civînek bi beşdariya 80 kesan, ji bo nîqaşkirina betalkirina torên veguhastina pereyên DAIŞ'ê li seranserî cîhanê, hat lidarxistin.

(mh)

ANHA