Şîrketên dermanan bi erêkirina hikumeta Şamê keysbaziyê dikin

Şîrketên dermanan ên girêdayî hikumeta Şamê, bi alîkariya hikumetê keysbaziya dermanan dikin, wan vedişêrin ji bo ku nirxê wan biha bikin. Ji ber wê ji 2011`an ve bi rêjeya ji sedî hezar û 500 derman biha bûne.

Şîrketên dermanan bi erêkirina hikumeta Şamê keysbaziyê dikin
Şîrketên dermanan bi erêkirina hikumeta Şamê keysbaziyê dikin
Şîrketên dermanan bi erêkirina hikumeta Şamê keysbaziyê dikin
Şîrketên dermanan bi erêkirina hikumeta Şamê keysbaziyê dikin
Şîrketên dermanan bi erêkirina hikumeta Şamê keysbaziyê dikin
Şîrketên dermanan bi erêkirina hikumeta Şamê keysbaziyê dikin
31 ÇILE, 2024   04:36
HELEB
XEYS ŞEMSEDÎN

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê beriya mehekê derman careke din biha kirin. Rêjeya bihakirinê di navbera ji sedî 70 heta ji sedî 100 bû. Ji 2023`yan ve ev cara sêyemîn e ku biryareke wisa dide û 13 hezar û 503 derman biha kirin. 

Lê belê gelek şîrketên dermanan, bi taybet şîrketên girêdayî hikumeta Şamê yên ku gelek cureyên dermanan keysbaz kirine, îdia kir lîsteya bihakirinê ya bêyî ragihandineke fermî derketiye, li gorî wan hîna kêm e.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, nûnerên şîrketên dermanan, di peydakirina hin cureyên dermanan ên şîrketa Tamîkoyê ya girêdayî hikumetê de zehmetiyan dikişînin, ji ber ku li gel paşguhkirina komîteyên çavdêriyê yên Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê, Tamîko bi awayekî nefermî ji gelek mehan ve antîbiyotîkan dernaxe nav sûkan, di depoyên xwe de kom dike.

Şîrketa Tamîko sala 1956`an hate avakirin û hikumetê sala 1970`yî bi biryarekê 38 şîrket neteweyî kirin. Navenda wê li herêma Milîhe ya Şamê ye.

13 beşên hilberandina dermanan di nava şîrketê de hene. Her wiha gelek kargehên din ên girêdayî wê wekî kargeha xwarina zarokan, dermanên beyterî li Şamê, kargeha sîroman a Helebê hene ku di aloziyê de rawestiyane.

ŞOKA MEZÊXERAN

Li gorî çavdêran kiryarên wisa ji aliyê saziyên girêdayî hikumeta Şamê ve nîşan didin ku hikumeta Şamê amadekariyan dike ku lîsteyeke din a bihakirina dermanan derxe. Ji ber wê destpêkê hin cureyên dermanan ji sûkê kêm dike yan jî bi temamî qut dike, di encamê de wê mezêxer bi şok bin û daxwaza wê cureyê bikin, şîrket jî qaşo dê daxwaza wan bîne cih lê bi şerta ku hikumet nirxê wê biha bike. Hikumet jî dê wê erê bike mîna ku di 2023`yan de 3 caran erê kiriye. Êdî her kes bi vê senaryoyê zane ku di aloziyê de 13 caran dubare bûye.

Di encama biryarên bihakirina dermanan de hin derman ji sedî hezar û 500 biha bûne. Ev jî barê welatiyên sûriyeyî girantir dike ku li gorî bîlançoya Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî, ji sedî 90`ê wan di bin asta xizaniyê de ne.

FIROTINA MADEYÊN PÊŞÎN JI DEWLETÊN CÎRAN RE

Dermanfiroşekî ku ji ber tirsa girtinê ji aliyê hikumeta Şamê ve nexwest navê xwe aşkera bike, got gendelî di nava sektora tenduristiyê ya hikumeta Şamê de belav e û gihaştiye astên xeternak.

Heman dermanfiroş diyar kir ku gelek şîrketên dermanan, serî li gelek listîkan didin ji bo ku qezenca herî zêde bi dest bixin. Yek ji wan rêbazan, ew e ku li gel bêdengiya hikumeta Şamê û wergirtina çavdêrên Wezareta Tenduristiyê rişwetan, madeyên pêşîn ên dermanan difiroşin şîrketin Urdinê.

Dermanfiroş diyar kir ku li gel kêmbûna karîna kirînê ya welatiyan, di çend mehên dawîn de firotina dermanan jî li gelek dermanxaneyên herêmên hikumeta Şamê heta nîv kêm bûye. Her wiha destnîşan kir ku nexweş tenê li nirxê dermanan dipirsin û nakin, nemaze ku her dolarek bûye 14 hezar û 575 lîre.

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê gelek caran destnîşan kir ku "Qanûna Qeyser" a cezayan, di nav xwe de hinartina dermanan û xwarinan ji Sûriyeyê nahewîne.

Gelek dermanfiroş band ikin ku qanûna "sûcdarkirina danûstandina bi dolarê" bê betalkirin ji bo ku anîna madeyên pêşîn ên dermanan ji derve hêsan bibe û qeydên li ser çêkirina wê sivik bibin û di encamê de lêçûna çêkirina dermanan jî kêm bibe.

Dahata navincî ya mirov li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de mehane 200 hezar lîre anku 13 dolar amerîkî derbas nake.

(şx)

ANHA