Xeteriya DAIŞˊê li herêmê dewam dike

Hîn jî DAIŞ metirsiyeke mezin li ser Sûriye û cîhanê çêdike, nexasim ku di sala 2023'yan de çeteyan bi dehan êriş li dijî deverên cuda yên Sûriyeyê pêk anîne, li hember wan jî QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn zêdetirî 100 operasyon û pêngav li dijî DAIŞ'ê pêk anîne.

Xeteriya DAIŞˊê li herêmê dewam dike
19 ÇILE, 2024   06:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji dema ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di buhara sala 2019'an de DAIŞ di aliyê erdnîgarî de li Baxozê yê rojhilatê Sûriyeyê têk bir, çalakiya DAIŞ'ê bi rêya şaneyên wê yên veşartî dewam dikin.

Ji êrişên herî mezin ên DAIŞ'ê ji 2019'an ve, êrişa li dijî girtîgeha Sînaa ya Hesekê di 20'ê Çileya 2022'yan de bû, ev êriş di heman roja salvegera êrişa dewleta Tirk dagirker li dijî kantona Efrînê ya 2018'an de pêk hat.

Îro, di salvegera 2'yemîn a êrişa li dijî girtîgeha Sînaa de em ê ji we re êrişên DAIŞ'ê yên li dijî deverên cuda di salên borî de, her wiha operasyonên QSD'ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li dijî DAIŞ'ê eşkere bikin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di encama 336 êrişên DAIŞ'ê yên sala 2023'yan de, 700 leşker û sivîlan jiyana xwe ji dest da, ji wan 411 sivîl û leşkerên li herêmên hikumeta Şamê ne.

Êrişa herî tund a DAIŞ'ê li dijî hêzên hikumeta Şamê di Mijdara par de bû ku baseke hêzên hikumeta Şamê li çolistana Sûriyeyê li nêzî bajarê Tedmurê hatibû hedefgirtin û di encamê de 34 leşker hatibûn kuştin.

Çeteyên DAIŞ'ê ne tenê li çolistana Sûriyeyê êriş pêk dianîn, her wiha li dijî herêmên Seyide Zeyneb û Berzê yên paytexta Sûriyeyê Şamê di mehên Gulan û Tîrmeha sala borî de êriş pêk anîbûn.

SOHRˊê da zanîn ku di encama 165 êrişên DAIŞ'ê yên li dijî deverên cuda yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 120 sivîl û şervanên QSD'ê şehîd bûn.

Li hember wê, QSD'ê 73 operasyonên li dijî DAIŞ'ê di sala 2023'yan de pêk anîbûn, ji wan Birûska Cizîrê, Tolhildana Şehîdên Reqayê û Pêngava Xurtkirina Ewlehiyê ya Dêrazorê.

Di encama wan operasyonan de 12 çete, ji wan 4 serçete hatin kuştin û 352 çete û 5 serçete hatin girtin ku wan agahiyên îstixbaratî û çek û cebilxane û pere ji bo çeteyan peyda dikirin, her wiha endam û malbatên wan ji kampa Holê û girtîgehan direvandin û şaneyên veşartî di navbera çolistana Sûriyeyê û deverên bin dagirkeriya dewleta Tirk de vediguhastin û ji bo operasyonên terorî li dijî sivîlan û hêzên leşkerî û têkbirina ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê plan dikirin.

Her wiha di sala borî de Hêzên Ewlekariya Hundirîn 43 şaneyên çeteyên DAIŞ'ê ji hev xistin.

(mh)

ANHA