Samih Îsmaîl: Washington li Deryaya Sor li aramiyê digere

Samih Îsmaîl diyar kir ku armanca ji êrişên Hûsiyan zextê li ser hevkarên xwe Îranê sivik bike bi taybet li eniyên Lubnan û Iraqê. Îsmaîl got Riyad hewl dide şer li Yemenê kêm û qels bike.

Samih Îsmaîl: Washington li Deryaya Sor li aramiyê digere
19 ÇILE, 2024   07:27
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Rewşa li Deryaya Sor piştî êrişên Hûsiyan li dijî keştiyên bazirganiyê û bombebarana Amerîkî û Brîtanî li dijî baregehên Hûsiyan, aloztir dibe.

Heta niha jî tu encam ji êrişên Hûsiyan ên ji bo sivikkirina zexta li ser Hemasê li Xezayê pêk nehatine, her wiha lêkoleran diyar kir ku êrişên Amerîkî û Brîtanî dê êrişên Hûsiyan li dijî keştiyên bazirganiyê yên ku di deriyê Mendeb re derbas dibin, bi dawî nekin.

Lêkolerê zanistên siyasî profesor Samih Îsmaîl li ser mijarê wiha axivî: "Armanc ji tevger û êrişên Hûsiyan piştgiriya Îranê ye ku zexta li ser Îranê were sivikkirin, nexasim li eniyên Lubnan û Iraqê."

Îsmaîl diyar kir ku Hûsî roleke pragmatîk ji bo Pasdarên Îranê dilîzin da ku zexta li ser Hizbullah a Lubnanê û Heşd Şebî ya Iraqê sivik bikin, ji bo vê jî ew doza Filistînê bi kar tînin da ku projeya Îranê ya li deriyê Mendeb pêk bînin.

Îsmaîl wiha li gotina xwe zêde kir: "Êrişa Amerîkayê bersiv û peyamek bû ku îhtîmala gurbûna şer heye. Lê dîsa jî ew karînên Hûsiyan têk bibe. Ev jî daxwaza Amerîkayê ye, ji ber ku ew li deriyê Mendeb li aramiyekê digere."

Der barê bandora şer li ser dan û standinên lewaz ên di navbera Erebistana Siûdî û Hûsiyan de yên bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) Îsmaîl got: "Erebistana Siûdî hewl dide şerê li Yemenê kêm bike û dan û standinên aştiyê bi dawî neke, ev jî sedema dûrbûna wê ji êrişan e."

(mh)

ANHA