Xelkê Hol û HPC: Em li pişt QSDˊê ne
Xelkê bajarê Holê û HPCˊê diyar kir ku ew li dijî êrişên hêzên hikumeta Şamê yên li dijî gundewarên rojhilatê Dêrazorê bi QSDˊê re ne.
Bi dehan xelkê bajarê Holê yê kantona Cizîrê û Hêzên Parastina Civakî (HPC) beşdarî çalakiyê protestoyî ya şermezarkirina êriş û komkujiyên hêzên hikumeta Şamê û Dîfa El Wetenî yên li dijî xelkê gundewarê Dêrazorê bûn.
di çalakiyê de li ser navê xelkê bajêr hevserokê HPCˊê ya Holê Heter El Kemer daxuyaniyek xwend.
Daxuyanî wiha ye:
"Em xelkê bajarê Holê kiryarên vê dawiyê ku milîsên hikumeta Şamê bi navê hêzên eşîran û bi piştgiriya hêzên Îranê li Dêrazorê kirine şermezar dikin.
Ev bûyer kiryareke îstîxbaratî ye bi serkêşiya serokê Saziya Giştî ya Îstîxbarata hikumeta Şamê tê birêvebirin.
Em xelkê Holê û HPCˊê li dijî van tevahî êrişan li kêlek QSDˊê ne."
(fr)