ˊGardiyanên Girtîgeha Evîn êrişî girtiyên jin kirˊ

Malbata girtiya siyasî û xelatgira Xelata Nobelê ya Aştiyê Nêrgiz Mihemedî eşkere kir ku gardiyanên Girtîgeha Êvînê êrişî girtiyên jin kirin û derb kirin.

ˊGardiyanên Girtîgeha Evîn êrişî girtiyên jin kirˊ
9 tebax 2024   21:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Nêrgîs Mihemedî ya 52 salî, çalakvana mafên mirovan ku sala borî xelata Nobelê wergirtibû. Herî dawî di Mijdara 2021’an de ji ber kampanyaya xwe ya li dijî cezayê darvekirinê li Tehranê hat girtin. Di nava 10 salên dawiyê yên jiyana xwe de piraniya demê xwe di girtîgehê de derbas kiriye.

Malbata Nêrgiz Mihemedî, ku li Parîsê dijî, israr kirin ku ji meha Mijdarê û vir ve rasterast bi wî keça xwe re neaxivîne, dema ku ew ji hevdîtina malbata xwe re qedexe bû.

Malbata Nêrgiz Mihemed da zanîn ku wan ji çend malbatên din ên girtiyên li Girtîgeha Evînê bihîstiye ku jinên girtî ji roja sêşemê ve li dijî darvekirinan li hewşa girtîgehê li ber xwe didin. Li ser vê yekê gardiyanên girtîgehê êrişî girtiyan kirin, lêdan û îşkence kirin.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan, di vê hefteyê de nêzîkî 30 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin ku di nav wan de Xulamreza Resayî ve ku dadweriya Îranê roja sêşemê ragihand ku ji ber beşdarbûna wî di xwenîşandanên sala 2022’an de hatiye darvekirin.

Malbata Nêrgiz Mihemedî duh êvarê di daxuyaniyekê de got, “girtiyan li dijî darvekirina Reza Resayî û rewşa tenduristiyê ya Nêrgiz Mihemedî çalakî kirin. Hêzên ewlekariyê yên girtîgehê jî êrişê girtiyan kirin, li wan dan û îşkence kirin.”

Her wiha malbatê got “Gelek jinên ku li ber çavê asayîşê rawestiyan rastî derbên giran hatin, şer û pevçûn zêde bûn û hin girtî jî birîndar bûn.”