Ji Hecînê şermezarkirina komkujiyên Şamê

Xelkê gundewarê rojhilatê Dêrazorê di meşeke girse li bajarê Hecînê de komkujiyên hêzên hikumet aŞamê û Dîfa El Wetenî li dijî xelkê Dêrazorê şermezar kirin.

Ji Hecînê şermezarkirina komkujiyên Şamê
Ji Hecînê şermezarkirina komkujiyên Şamê
Ji Hecînê şermezarkirina komkujiyên Şamê
Ji Hecînê şermezarkirina komkujiyên Şamê
9 tebax 2024   20:15
DÊRAZOR

Bi sedan xelkê gundewarê rojhilatê Dêrazorê ji bo şermezarkirina êrişên hikumeta Şamê û Dîfa El Wetenî pêk tînin û komkujiya ku îro li dijî sivîlan pêk aniye meşek li dar xist.

Di meşê de nûnerên ji meclisên herêmê, endamên saziyên sivîl, komîteyên Kombûna Jinan a Zenûbiya yên li gundewarê rojhilatê Dêrazorê beşdar bûn.

Meş ji pêş Nexweşxaneya Giştî ya Hecînê dest pê kir û li qada Meclisa Herêma Rojhilat a bajêr vegerî mîtîngê. Di meşê de pankartên ˊHilweşe hikumeta Şamê û milîsên Dîfa El Wetenîˊ û diruşmên şermezarkirina komkujiyê hat hildan.

Li wir serokê Meclisa Sivîl a gundewarê kantona rojhilatê Dêrazorê Siûd El Xedban li ser navê xelkê bajêr daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Li ser navê Meclisa Herêma Rojhilatê Dêrazorê Em tiştên çeteyên bi navê Dîfa El Wetenî û milîsên Îranê bi piştgiriya rejîma Şamê dikin, şermezar dikin. Êdî timayên Îranê li herêmê ji her kesî ve aşkera ne.

Em bang li cîhan û civata navneteweyî dikin ku bi erkên xwe rabin ku komkujiyên din pêk neyên, wêranî û koçberî zêde nebe, her wiha sînorekê ji van sûcên ku çete li dijî gelê me yê li Dêrazorê re pêk tîne re deynin. Em bang dikin ku van komkujiyan bixin xana sûcên şer.

Xelkî herêma rojhilat, şêx û rûspî bi hemû hêza xwe ji bo têkbirina dijmin û terora li dijî gelê me bi QSDˊê re ne."

(fr)