Xelkê Girkê Legê şehîdên xwe bi bîr anîn

51 şehîdên têkoşîna azadiyê yên mehên Hezîran û Tîrmehê li Rimêlanê hatin bibîranîn.

Xelkê Girkê Legê şehîdên xwe bi bîr anîn
Xelkê Girkê Legê şehîdên xwe bi bîr anîn
Xelkê Girkê Legê şehîdên xwe bi bîr anîn
Xelkê Girkê Legê şehîdên xwe bi bîr anîn
Xelkê Girkê Legê şehîdên xwe bi bîr anîn
Xelkê Girkê Legê şehîdên xwe bi bîr anîn
Xelkê Girkê Legê şehîdên xwe bi bîr anîn
Xelkê Girkê Legê şehîdên xwe bi bîr anîn
Xelkê Girkê Legê şehîdên xwe bi bîr anîn
28 tîrmeh 2024   14:08
QAMIŞLO

Şêniyên bajarên Girkê Legê û Rimêlanê yên kantona Cizîrê 51 şervanên YPG, YPJ, QSD, endamên Hêzên Asayîşê, Hêzên Erka Xweparastinê, Hêzên Parastina Civakî (HPC) û gerîlayên azadiyê yên di mehên Hezîran û Tîrmehê de şehîd bûne bi bîr anîn.

Merasîma bîranîn ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan  a Bajarê Girkê Legê li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li Rimêlan hat lidarxistin.

Merasîma ku malbatên şehîdan û endamên saziyan jî di nav de bi sedan şêniyên Girgê Legê û Rimêlanê lê hazir bûn, bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştra dayikên şehîdan mûm vêxistin û gul danîn ber wêneyên şehîdan. Sînevîzyonek bi wêne û dîmenên şehîdan jî hatin nîşandan.

Di merasîm de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin,"Bijî Serok APO" bi dawî bû.

(rx/bb)

ANHA