Li Stenbolê ji ber govenda Kurdî 11 kes hatin girtin
Bi hinceta ku di dawetên dîrok û cihên wan cuda yên Stenbolê de li ber stranên kurdî govend gerandine, 18 kes hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan 11 jê hatin girtin.
![Li Stenbolê ji ber govenda Kurdî 11 kes hatin girtin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_66a61fc37cb07.jpg)
Duh li navçeyên Bagcilar, Esenyurt, Sûltangazî û Gazîosmanpaşa yên Stenbolê bi ser malan de hate girtin û 18 kes hatin binçavkirin.
Kesên ku Bi hinceta dawetê de di demên cuda de li ber stranên kurdî govend gerandine hatin binbçavkirin. li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê dihatin ragirtin sewqî edliyeyê hatin kirin.
Piştî îfadeya li dozgeriyê, welatî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” û bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dadgehê, 7 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 11 kes jî bi heman îdiayê hatin girtin.