Beşeke din koçberên sûriyeyî ji kampa Holê derket
Beşeke din yên sûriyeyî ên ji Dêrazorê ji kampa Holê ber bi dêrazorê ve rê ketin.
Bi çavdêriya Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û koordîneya Navenda Lêkolîn û Diyalogê ya Sûriyeyî beşeke din koçberên sûriyeyî ku ji 346 kesan (82 malbat) pêk tê, ji kampa Holê bi Dêrazorê ve rê ketin.
Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed diyar kir ku îsal ev cara duyemîn e kocber ji kampa Holê derdikevin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn, tîmên tenduristiyê yên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ambulans û kamyonan ber bi koçberan re bi kantona Dêrazorê ve rê ketin.
Her wiha Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Dmeokratîk a kantona Dêrazorê ji bo koçberan bigihîne cihê wan nava liv û tevgerê daye.
Li kampa Holê ya Hesekê ku kampa herî xetere li seranserî cîhanê ye, 42 hezar û 781 koçber û penaber dimînin. Di nav de 19 hezar û 530 penaberên iraqî û 16 hezar û 779 koçberên sûriyeyî, 6 hezar û 461 biyanî, 11 kes nasname nediyar hene.
(şx)
ANHA