Bertek û nerazîbûnên li hember êrişan berdewam in

Şêniyên navçeya Eyn Îsayê li pêşiya baregeha Rûsyayê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin, her wiha di heman çarçoveyê de li herêmên din jî çalakiyên cihêreng li dar ketin.

18 ÇILE, 2024   16:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Nerazîbûn û bertekên li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê berdewam in.

EYN ÎSA

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsayê li pêşiya Çerxerêya Şehîd Cûdî kom bûn û heta baregeha Rûsyayê meşiyan.

Li pêşiya baregehê ku li rojhilatê navçeyê ye, şandeyeke ku ji hevseroktiya Meclisa Girê Spî Hemîd El Ebid û Fedîle Mihemed, rûspiyên navçeyê, derbasî baregehê bûn û bi rayedarên rûs re sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê nîqaş kirin. Her wiha bang li wan kirin ku sozên xwe bînin cih. Rayedarên rûs jî, diyar kirin ku agahiya wan ji binpêkirinan hene û dê ji rêveberiya Rûsyayê ya li baregeha Himêmîm ragihînin.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê çalakiya konvedanê ya li pêşiya navenda Kongra Star hatibû lidarxistin, bi berdewamkirina berxwedanê li hember êrişan bi dawî bû.

Di roja dawîn de bi navê koçberên Efrînê Welat Zerdeştî axivî û got: "Li dijî me şerê qirkirinê dikin. Efrîn dagir kirin û hîna bi awayekî hovane êriş me dikin."

Berpirsê Partiya Yekitiya Suryan şaxê navçeyê Corc Yusif axivî û teqezî bi hevgirtina pêkhateyan li hember êrişan kir.

Bi navê Nivîsgeha Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk Ebîr Elî axivî û bêdengiya li hember êrişan şermezar kir û got: "Berxwedan bersiva herî guncew a êrişan e."

TEBQA

Komîteya Tenduristiyê, Komîteya Perwerdeyê û Yekitiya Kontraktan li kantona Tebqayê bi daxuyaniyên cuda êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin. Di daxuyaniyan de bang li gelê herêmê hate kirin ku destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Her wiha bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku ji bo rawestandina êrişan, biryareke bilez û helwesteke cidî nîşan bidin.

DÊRAZOR

Li kantona Dêrazor bi sedan şêniyên rojavayê Dêrazorê ji pêşiya avahiya Meclisa Herêma Xerbî heta çerxerêya El Delê li bajarokê El Kesra meşiyan.

Li çerxerêyê endama Rêveberiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ya kantona Dêrazorê Xîtam Hisên daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, êrişên dewleta Tirk sûcên şer in û hêzên navneteweyî berpirsên wan sûcan in.

Her wiha yekitiyên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM); Yekitiya Bazirganan, Yekitiya Pîşesazan, Yekitiya Asnafan) li nêzî çerxerêya Nebî Hûrî ya li Qamişloyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û banga mezinkirina têkoşînê kirin.

(şx)

ANHA