Xelkê Dêrazorê bi meşeke girseyî piştgirî da berxwedana Tişrînê

Xelkê Dêrazorê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî herêmê û ji bo piştgiriya QSDˋê û berxwedana Bendava Tişrînê meşeke girseyî li dar xist.

Xelkê Dêrazorê bi meşeke girseyî piştgirî da berxwedana Tişrînê
Xelkê Dêrazorê bi meşeke girseyî piştgirî da berxwedana Tişrînê
Xelkê Dêrazorê bi meşeke girseyî piştgirî da berxwedana Tişrînê
Xelkê Dêrazorê bi meşeke girseyî piştgirî da berxwedana Tişrînê
Xelkê Dêrazorê bi meşeke girseyî piştgirî da berxwedana Tişrînê
Xelkê Dêrazorê bi meşeke girseyî piştgirî da berxwedana Tişrînê
Xelkê Dêrazorê bi meşeke girseyî piştgirî da berxwedana Tişrînê
20 ÇILE, 2025   20:54
DÊRAZOR

Bi diruşma "Em hemû QSDˋê ne û bi parastina cewherî em xaka xwe diparêzin" xelkê Dêrazorê meşeke girseyî ji bo piştgiriya QSDˋê û nobedarên li Bendava Tişrînê li dar xist.

Meş ji pêş avahiya Meclisa Rêveber a herêma Meamil tevî hildana alên QSD, YPG û YPJˋê dest pê kir.

Li çerxerêya Meamil meş vegerî mîtîngê. Li wir li ser navê Meclisa Rêveber a Dêrazorê ji hêla endama Desteya Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Dêrazorê Rehme El Elî ve daxuyaniyek hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xelkê kantona Dêrazorê piştgiriyê dide berxwedana Bendava Tişrînê ya ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker êdî bûye sembola berxwedanê.

Meclisê di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û dawî li sûcên dewleta Tirk a dagirker bînin.

Di dawiyê de hat gotin ew ê bi berxwedana lehengên li Bendava Tişrînê bi ser bikevin.

Meş bi diruşmên "Bijî berxwedana Bendava Tişrînê" bi dawî bû.

(fr)

ANHA