Kombenda Efrîn a Civakî bang kir: Daxwaza me vegera li Efrînê ye

Kombenda Efrîn a Civakî ya li kantona Cizîrê bi boneya salvegera 7’emîn a destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî Efrînê daxuyaniyek da û got, "Divê saziyên navneteweyî li hember koçberên Efrînê bi erkên xwe yên exlaqî rabin."

Kombenda Efrîn a Civakî bang kir: Daxwaza me vegera li Efrînê ye
Kombenda Efrîn a Civakî bang kir: Daxwaza me vegera li Efrînê ye
Kombenda Efrîn a Civakî bang kir: Daxwaza me vegera li Efrînê ye
Kombenda Efrîn a Civakî bang kir: Daxwaza me vegera li Efrînê ye
Kombenda Efrîn a Civakî bang kir: Daxwaza me vegera li Efrînê ye
Kombenda Efrîn a Civakî bang kir: Daxwaza me vegera li Efrînê ye
Kombenda Efrîn a Civakî bang kir: Daxwaza me vegera li Efrînê ye
Kombenda Efrîn a Civakî bang kir: Daxwaza me vegera li Efrînê ye
20 ÇILE, 2025   20:28
QAMIŞLO

Kombenda Efrîn a Civakî li Kantona Cizîrê bi boneya salvegera 7’em  a destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê (20 Çileya 2018ˋan) li Çerxerêya Efrînê ya bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.

Endamên Kombenda Efrîn a Civakî Rola Mihemed û Îmad Îbrahîm bi zimanên Erebî û Kurdî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ev 7 sal e koçberên Efrînê ji warê xwe dûr in û di zor û zehmetiyan de dijîn. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20ˋê Çileya 2018ˋan de êrişên hewayî û bejahî yên tevî dijwar li dijî bajarê Efrînê û şêniyên wê pêk anîn.

Di daxuyaniya kombendê de hat diyarkirin ku li hember ewqas êrişên dijwar û hovane şervanên Efrînê tevî xelkê bajêr 58 rojan li ber xwe da. Lê bêbextî û bêdengiya civata navneteweyî bû sedem ku Efrîn di 18ˋê Adara heman salê de were dagirkirin û sed hezaran welatiyên sivîl berê xwe bidin koçberiyê. Piranî Efrînê li Şehbayê bi cih bûn, beşek berê xwe da Helebê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Lê piştî 7 sal ji koçberî û bicihbûna li Şehbayê û berxwedana li hember dagirkeriya Tirk careke din ligel bêdengiya navneteweyî koçberên Efrînê di 2ˋyê Kanûna 2024ˋan de koçber bûn û berê xwe da herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li saziyên rêxistinên mafên mirovan dikin ku çavê xwe li hember van sûcan vekin, daxwaz û mafên rewa yên koçberên Efrînê pêk bînin û vegereke ewle li warê wan misoger bikin.

(re/fr)

ANHA