Xelkê Cizîrê sersaxî da malbata rêvebera Kongra Star

Xelkê bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa yên kantona Cizîrê sersaxî da malbata rêvebera Kongra Star Şehnaz Omer.

Xelkê Cizîrê sersaxî da malbata rêvebera Kongra Star
Xelkê Cizîrê sersaxî da malbata rêvebera Kongra Star
Xelkê Cizîrê sersaxî da malbata rêvebera Kongra Star
Xelkê Cizîrê sersaxî da malbata rêvebera Kongra Star
13 ÇILE, 2025   20:31
QAMIŞLO

Xelkê bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa yên kantona Cizîrê li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Dêrikê sersaxî da mabalta rêvebera Kongra Star Şehnaz Omer. Şehnaz Omer di 10ˋê Çileyê de di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeya wê de li bajarokê Xane Serê yê Dêrikê şehîd bû.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa bajarê Girkê Legê Atif Sebrî axivî û got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên dijî projeya demokratîk û biratiya gelan û jina azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkbirina destkeftiyên şoreşa gelan e."

Sebrî wiha domand: "Projeya Rêveberiya Xweser ji bo tevahî pirsgirêkan, şerên li Sûriyeyê û li Rojhilata Navîn çareserî ye."

Sebrî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê em piştgiriya QSDˋê bikin. Ji ber ku QSDˋê destkeftiyên şoreşa gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diparêze."

Merasîm bi diruşmên ˋşehîd namirinˋ bi dawî bû.

(fr)

ANHA