Xelata afirîneriyê ya HRRKˈê hate dayîn

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) xelata afirîneriyê ya îsal da şêwekar Emîn Ebdo û Henîf Hemo.

Xelata afirîneriyê ya HRRKˈê hate dayîn
18 mijdar, 2024   14:47
QAMIŞLO

8ˈê Mijdara îsal Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 10ˈan li bajarê Qamişloyê dest pê kiribû. Mîhrîcan duh bi dawî bû. Îro jî HRRKˈê bi civîneke çapemeniyê navên kesên ku hêjayî xelatên afirîneriyê yên îsal hatin dîtin, aşkera kirin.

Endamên Desteya Rêveber a HRRKˈê Kemal Necim bi zimanê kurdî û Mistefa Ebdo bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Tecrubeyên şêwekarên ji Efrînê Emîn Ebdo û Henîf Hemo bi mîraseke hunerî ya bedew û resen dewlemend e, lewra Desteya Rêveber a HRRKˈê xelata afirîneriyê ya 2024ˈan pêşkêşî wan dike."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di çalakiyên mîhrîcanê de ku 10 rojan dewam kir, panel û semîner li ser rola saziyên çandî, parastina nasnameya Kurd li Sûriye, Efrîn di navbera Çiyayê Kurmênc û şaxê zeytûnê de, ezmûna hunera şêwekariyê ya hunermend Omer Hemdî (Malva), rewşa perwerde û fêrkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rola jinan di saziyên çandî de, li Rojava rewşa romannîvîsê, li Rojava jîngeh (rewş, astengî û pêşniyar), rola komele û rêxistinên jîngehparêziyê, rewşa kovargeriyê û çapemeniya kurdî li Rojava hatin lidarxistin.

(bb)

ANHA