Xebatên 6 mehan ên Yekitiya Şaredariyan û plansaziya dema bê
Yekitiya Şaredariyan di 3 mehên destpêka îsal de nîvê projeyên girîng pêk anîn, plansaziya dema pêş jî diyar kir.

Malpera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (AANES) der barê xebatên 6 mehên destpêka îsal û plansaziya dema pêş ya Yekitiya Şaredariyan de nûçeyek weşand.
Li gorî nûçeyê, Yekitiya Şaredariyan di nava 6 mehên dawîn de gelek rê qîr kirine û ev agahî parve kirin:
HESEKÊ
Rêya El Misfaya- Hesekê bi dirêjahiya 2.5 km û firehiya 6 metreyan, rêya taxa El-Umran - Dolab Iwês-Hesekê bi dirêjahiya 300 metre û firehiya 7.5 metreyan hat qîrkirin.
DÊRIK
Rêya Dêrik-Qamişlo ya 90 km dirêj zîft kiriye.
Yekitiya Şaredariyan her wiha ji bo çêkirina 8 ragembarên Qestaliyê di navbera Qamişlo û Tirbespiyê de, her wiha di navbera Dêrik û Til El Ziyaratê de xebite.
Der barê planên pêşerojê yên Yekitiya Şaredariyan de, hevserokê Yekitiya Şaredariyan Mihemed Xidir ji malpera Rêveberiya Xweser re axivî.
Xidir diyar kir ku ku dê rêya Til Hemîs-Til Birak, rêya Kobanê-Şiyûx, rêya Reqa-Tebqa (Mezari), rêya Reqa-Keramê, rêya Reqa-Hezîme û rêya Reqa-Hesekê (rêya Ebyad) werin qîrkirin.
(bb)