Îsraîlê li başûrê Lubnanê motorsîklêtek bombebaran kir: 2 kuştî

Li başûrê Lubnanê di êrişa hewayî ya Îsraîlê de 2 kes hatin kuştin.

Îsraîlê li başûrê Lubnanê motorsîklêtek bombebaran kir: 2 kuştî
19 hezîran, 2025   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku balafireke bêmirov a biçek a Îsraîlê li bajarokê Kefercoz ê navçeya Nebetiya ya başûrê Lubnanê motorsîklêtek bombebaran kir, di encamê de 2 kes hatin kuştin û kesek birîndar bû.

Li gorî daxuyaniya Navenda Operasyonên Bilez a Tenduristiya Giştî ya Lubnanê jî, di encama êrişek hewayî de ajokarê motorsîkletê hat kuştin û kesekî li balkona mala xwe rûniştibû birîndar bû û dûre jî jiyana xwe ji dest da.

Duh êvarî jî li bajarokê Barîşê yê li başûrê Lubnanê di êrişeke hewayî de kesek hatibû kuştin.

(bb)