Di êrişên Îsraîlê de 8 filistînî hatin kuştin

Li Xeza û Şerîdaya Rojava di encama êrişên Îsraîlê de 8 kes hatin kuştin.

Di êrişên Îsraîlê de 8 filistînî hatin kuştin
28 tebax, 2026   20:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê îro êrişeke hewayî li Şerîdaya Rojava pêk anî û îdia kir ku di encama êrişê de çekdarekî Hemasê bi navê Qeys El Beytawî û 2 hevkarên wî hatin kuştin. Artêşê û xebatkarên tenduristiyê dane zanîn ku êriş li herêma Cinînê ya bakurê Şerîdaya Rojava hate kirin. Hemasê êriş şermezar kir, lê behsa kuştiyan nekir.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku El Beytawî beşdarî finansekirin û pêkanîna êrişan li dijî sivîlan û hêzên ewlehiya Îsraîlê bû, di heman demê de têkiliyên wî bi endamên Hemasê yên li Xeza û derve re hene.

Servîsa Ambulansê ya Heyva Sor a Filistînê destnîşan kir ku hêzên bejahî yên Îsraîlê cihê êrişê girt û heya demeke kurt rê neda ku birîndar û kuştîn werin rakirin.

Berpirsên qada tenduristiyê jî dane zanîn ku di êrişa li nêzî Dêr Belehê de ji malbatekê 3 kes hatin kuştin, li bajarê Xezayê di êrişa li dijî motorsîklêtekê de kesek û di êrişek din a li bajêr de kesekî din hatin kuştin.

(bb)