Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê: Hejmara kuştiyan bû 46 hezar û 6

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, , ji 7'ê Cotmeha 2023'an û vir ve li xaka Fîlîstînê 46 hezar û 6 kes hatin kuştin, 109 hezar û 378 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê: Hejmara kuştiyan bû 46 hezar û 6
9 ÇILE, 2025   15:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn de li Xezayê 3 komkujî kirin. Wezaretê diyar kir ku di encama komkujiyan de 70 kuştî û 104 birîndar gihiştin nexweşxaneyan.

Wezaretê daxuyand ku hejmarek qurbanî hê di bin kavilan û li ser rêya mane, lê ekîpên tenduristiyê û parastina sivîlan nikarin xwe bighînin wan.

Li gorî wezaretê, ji 7'ê Cotmeha 2023'an û vir ve li xaka Fîlîstînê 46 hezar û 6 kes hatin kuştin, 109 hezar û 378 kes jî birîndar bûn.

 (bb)