Şehîdên Komkujiya Parîsê li Hesekê hatin bibîranîn

Şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parastinê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylamez û Fîdan Dogan li Hesekê bi meşeke girseyî hatin bibîranîn.

9 ÇILE, 2025   15:01
HESEKÊ

Di 9’ê Çileya 2013’an de Sakîne Cansiz bi nûnera KNK’ê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) re di encama sûîqesteke nemerdane de li paytext Parîsa Fransayê hatin qetilkirin. Bi boneya 12'emîn salvegera qetilkiria 3 têkoşerên azadiyê, bi pêşengtiya Kongra Star li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê meşek girseyî hat lidarxistin.

Di meşê de hemû nûner, sazî û dezgehê jinan û pêkhateyên ji Til Temir, Dirbêsiyê, Hesekê, Hol, Şedadê û Til Birakê amade bûn. Di meşê de wêneyên her sê têkoşeran û pankartên bi nivîsa "Ji komplogeran re na" hatin hilgirtin. Meş ji xaçerêya Kevokê dest pê kir û li xaçerêya Şehîd Serhed a li taxa Miftî veguherî mitîngê.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama Koordînasyona Kongra Star Şêraz Hemo axivî. Şêraz destnîşan kir ku pêvajo pêvajoya diyarkirina çaranûsa jinan e û wiha got: "Îro em di salvegera komkujiya Parîsê de qetilkirina têkoşeran şermezar dikin. Hewldanên siyaseta desthilatdar bi hedfgirtina pêşengên jin heye, ev tê wateya berdewama siyaseta tunekirina nasnameya jin. Pêşengtiya jin û hêza wê wekî bendavek li beramberî siyaset û pêkanîna berjewendiyên wan e. Yê ku komkujiya Parîse pêk anî, dewleta Tirk e. Îro jî endama Kombûna Jinan a Zenûbiya kir hedef. "

Şêraz Hemo di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman ku gel fêrî azadiyê bûye û wiha got: "Jinan tama azadiyê dîtiye, lewma jin êdî siyasetên çewsandinê qebûl nake. Jinan di bin projeya neteweya demokratîk de xwe birêxistin kirin û helwesta xwe nîşan dan. Hêz û îradeya jinan ji mirinê mezintir e, lewma me xeta berxwedanê bijartiye û em ê li ser vê xetê dewam bikin. Em bi dilgermî berxwedana Bendava Berxwedanê silav dikin û piştgirî didin wan. Em di pêvajoyekek hesas de ne ku ewe tê de çaranûsa jinên azad were diyarkirin. Em ê çaranûsa xwe bi ked, têkoşîn û îradeya jina azad ava bikin. Eger îro dinya behsa Sûriya nû dike, gerek jina azad xwedî rol be. Sûriyeke nû û demokratîk, bê hebûna jinê nayê avakirin û nayê qebûlkirin."

Di berdewama mitîngê de li ser navê Meclisa Jinan Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Îlham Mustefa jî axivî. Îlham Mustefa wiha got: "Têkoşer Sakîne û rêhevalên wê mîrasek ji bo hemû jinan in. Yê ku ronahî da rêka me, ked û fikrê wan ên azad e. Lewma em şopdarên xeta wan in."

Miting bi dirûşma "Şehîd namirin" bidawî bû.