Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê: Di 24 saetên dawîn de 71 kes hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku hejmara kuştiyên topbarana Îsraîlê ya li dijî Xezayê bû 32 hezar û 916 kes.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Filistînê di rapora xwe ya rojane de ragihand ku di 24 saetên dawîn de Îsraîlê li dijî malbatên li Xezayê 7 komkujî pêk anîn, hinek ji komkujiyan jî li nexweşxaneyan hatin pêkanîn. Wezaretê diyar kir ku di encama êrişan de 71 kes hatin kuştin û 102 birîndar bûn.
Di raporê de hat diyarkirin ku hin qurbanî di bin kavilan de ne û li ser rêyan mane ku tîmên ambûlans û berevaniya sivîk nikarin bigihîjin wan.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, di encama şerê Îsraîlê û Hemasê yê ji 7'ê Cotmeha borî de 32 hezar û 916 kes hatin kuştin û 75 û 494 jî birîndar bûn.
(mh)