Dijî komployê bi tena xwe ji Tirbesipiyê dimeşe Qamişlo

Welatiyê bi navê Feysel Heqî ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ji Tirbespiyê ber bi Qamişloyê ve dimeşe.

Dijî komployê bi tena xwe ji Tirbesipiyê dimeşe Qamişlo
Dijî komployê bi tena xwe ji Tirbesipiyê dimeşe Qamişlo
15 sibat 2024   10:52
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina Komploya 15`ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, welatiyê bi navê Feysel Heqî Remedan (60) ê ku ji gundê Maşûpê yê navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê ye, ji gundê mizgeftê yê Tirbespiyê dê 40 km ber bi Qamişloyê ve bimeşe û beşdarî meşa îro ya li Qamişloyê bibe.

Feysel Heqî dibêjie: “Ez îro roja reş ji bo Rêber Abdullah Ocalan ronî dikim, azadiya me ji azadiya Rêber Ocalan e.”

Tê payîn meş saet di 11.00ˊan de ji Çerxerêya Osman Sebrî ya Qamişloyê bi beşdariya şêniyên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê, Til Hemîs dest pê bike.

(ex)

ANHA