’Vegera bi dilxwazî’ ya penaberan dîsa dest pê kir

Desthilata Lubnanê piştî 7 mehan careke din dest bi "vegera bi dilxwazî" ya penaberên sûriyeyî kir.

’Vegera bi dilxwazî’ ya penaberan dîsa dest pê kir
14 gulan, 2024   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilata Lubnanê careke din dest bi rêwîtiyên "Vegera bi dixwazî" ya penaberên sûriyeyî kir. Gerînendetiya Ewlehiya Giştî ya Lubnanê, di 2 rêwîtiyan de 300 penaberên sûriyeyî dersînor dike û dişîne gundewarê Hims û Şamê. 

Parlamentoya Lubnanê dê sibe (Çarşemê) civînekê bi mijara vegera penaberên Sûriyeyê li dar bixe.  Çav li rê ye ku endamên parlamento derbarê dosyaya penaberên Sûriyeyî de helwesteke yekgirtî bide.

(şx)