Girtiyên jehrî bûbûn vegerandin

Li Kampusa Girtîgeha Amedê duh ji ber firavînê 83 girtî jehrî bûbûn û rakiribûn nexweşxaneyê. piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketin.

Girtiyên jehrî bûbûn vegerandin
14 gulan, 2024   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên ku Duh piştî xwarinê li Kampusa Girtîgeha Amedê, 67 girtî û 16 xebatkarên girtîgehê ji ber giliyên vereşîn, vîrik, êşa zik û hwd. rakirin nexweşxaneyên cuda yên bajar. Ji bo 83 kesan teşhîsa jehrîbûna xurekê hate kirin û piştî tedawiyê îro ji nexweşxaneyê derketin.