Valahiya serokatiya Lubnanê dewam dike

Ji Cotmeha 2022ˊyan ve, tevî hemû însiyatîfên hundirîn û derve jî li Lubnanê krîza valahiya serokatiyê didome. Li gorî lubnaniyan li gel hêzên siyasî biryareke azad tune ye û bi ajandeyên derve û berjewendiyên xwe yên takakesî ve girêdayî ne.

Valahiya serokatiya Lubnanê dewam dike
22 hezîran, 2024   06:35
BEYRÛT
RANIYA UBÊD

Gelek însiyatîf û şandeyên derve ku hewl didin pirsgirêka serokatiyê çareser bikin û serokekî ji Lubnanê re hilbijêrin, lê deriyên parlamentoyê li pêş hilbijartina serokatiyê girtî ne. Tiştê hiştiye rewş girêktir jî bibe, şerê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de ye.

Ji dema wîlayeta serokê Lubnanê yê berê Mîşêl Ewn di 31ˊê Cotmeha 2022ˊyan de bi dawî bûye, parlamentoyê bi dehan rûniştinên ji bo hilbijartinên serokeke nû li dar xistin, lê hemû bi bin ketin.

Serokê parlamentoyê Nebîh Berî bi israr e valahiya serokatiyê bi diyaloga aliyên siyasî were çareserkirin.

‘HILBIJARTINA SEROKEKÎ BO LUBNANÊ BI SEKINANDINA ŞERÊ LI XEZAYÊ VE GIRÊDAYÎ YEˊ

Tevî helwestên Lubnanê ku dosyaya serokatiyê bi şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de neyê girêdan, lê Hizbullah ji 8ˊê Cotmehê de bi rêya êrişên leşkerî yên rojane di navbera wê û Îsraîlê de li başûrê welat piştgiriya Xezayê dike. Ev yek jî bandoreke neyînî li hundirê Lubnanê dike.

Bê guman şerê di navbera Îsraîl û Hemasê bandor li dewletên herêmê jî kir. Lê Lubnan rojane li eniya başûrê zirarê dike. Ji ber ku li eniya başûr gund tên wêrankirin, sivîl tên qetilkirin û koçberî çêdibe. Aliyên siyasî ji ajansa me re da zanîn ku şerê li eniya başûr tu serkeftinekê ji bo valahiya serokatiyê nayne, lê dê wê bixe astengiyeke berdewam. Lê însiyatîfên serokatiyê yên tên pêşniyarkirin, şeklî ne û tu guhartinekê çênakin.

Mîrlîwayê malnişîn Andrê Bo Meşar der barê mijarê de ji ajansa me re axivî û çareseriya li Xeza û Lubnanê bi 3 aliyan ve girê da. Der barê aliyê leşkerî de Bo Meşar wiha got: "Bêyî erêkirina Îranê Hemas agirbestê erê nake."

Der barê aliyê dan û standinê de Bo Meşar anî ziman ku pêkanîna dan û standinekê bêyî Qeter û Misirê pêk nayê. Aliyê siyasî jî bi destwerdana Erebistana Siûdî ve girêdayî ye û bêyî wê pêk nayê.

Bo Meşar wiha domand: "Divê bi agirbestê re çareseriya siyasî dest pê bike, heke na, dê rewş di cihê xwe de bimîne. Divê lihevkirinek di navbera Erebistana Siûdî, Qeter, Misr û Îranê de bo çareseriyê pêk bê. Ger pêk neyê di rewş her tim wek xwe bimîne û bi wê re Îsraîlê sûdê wergire û şertên xwe yên dan û standinê xurt bike.”

‘JI LEŞKERÎ ZÊDETIR ŞER ÎDEOLOJÎK E’

Bo Meşar diyar kir ku li gel van hemû windahiyên canî û zirarên madî tu serkeftin pêk nayên û armanca dawî ya şer ji leşkerî wêdetir îdeolojî ye.

Bo Meşar destnîşan kir ku Hizbullah piştgiriya xwe ji namzet Silêman Firenciye re dewam dike, ji ber ku li gorî berjewendiyên wê û li gorî garantiyên wê li qada siyasî, leşkerî û stratejîk in. Lê ji bo diyalog an jî namzetekî sêyemîn, ew ji bo vê gavê ne amade ye û ne li gorî berjewendiyên wê yên di vê demê de ne.

Bo Meşar aşkera kir ku Lubnanê bi eniya Xezayê ve girêdayî ye û ger lihevkirinê li ser hilbijartina namzet Silêman Firenciye çêbû, dibe ku Hizbullah dosyaya serokatiyê ji başûrê qut bike. Ji bilî wê jî demderbaskirin e.

Li ser pirsa ‘Li gel Lubnanê biryar hene?’ Bo Meşar wiha axivî: "Li gel tu aliyekî siyasî biryara azad tune ye, her aliyek bi ajande û berjewendiyên xwe yên takakesî ve girêdayî ne."

‘GELO EREBISTANA SIÛDÎ KILÎTA ÇARESERIYA SIYASÎ YE?’

Bo Meşar li ser mijarê anî ziman ku rêveçûna siyasî ji Siûdiyê re ye û destwerdana wê ya yekser di dosyaya serokatiyê de dikare ber bi hilbijartina serokekî ve bibe. Ew jî bi rêya dayîna garantiyan ji her aliyekî siyasî re. Ji ber ji bilî Siûdiyê tu kes nikare lihevkirineke serokatiyê dabîn bike.

Bo Meşar diyar kir pirsgirêka bingehîn lîstikvanên xiristiyan ên li Lubnanê ne, anku Partiya Hêzên Lubnanê û Şepêla Nîştimanî ya Azad di dîtina namzetekê de ji bo îqnakirina aliyên dîtir bi bin ketinin û heta niha ev yek pêk nehatiye. Bi wê re gihandina hilbijartina serokekî di lîstika demokrasiyê de dê asteng be.

Bo Meşar destnîşan kir ku Şepêla Nîştimanî ya Azad dikare bi dayîna garantiyan re namzetê xwe Silêman Firenciye derbas bike. Her wiha ev yek ji bo Hêzên Lubnanî û aliyên dîtir re ku dijberî Firenciye ne jî derbasdar e.

Bo Meşar diyar kir ku li gel Hizbullah du mentiq hene; redkirin an ferdkirin. Ew nikare serokekî ferz bike, lê dikare namzetekî diyar red bike. Bi wê re Siûdî û Amerîka bi rêya pêşkêşkirina garantiyan ji aliyên siyasî re dikarin serok red bikin.

Têkildarî pêşniyara serokê parlamentoyê Nebîh Berê li ser çareseriya krîza serokatiyê, Bo Meşar anî ziman ku Berî yekane bi rêya diyalogê ve girêdayî ye û ew biryara encamên çi tevgereke siyasî dide.

Bo Meşar di dawiyê de wiha got: "Di dîroka Lubnanê de ji bilî çavdêriya herêmî û hewldanên navneteweyî tu serok nehatine. Destwerdana derve hêmana herî mezin a hilbijartina serokatiyê ye. Ev jî nîşan dide ku Lubnan serwerdî û rûmeta xwe ji dest daye. Lê tevger, ked, şande û însiyatîf jî di çarçoveya şeklî de ne. Divê em li piştperdeyên serokatiyê binêrin. Ji ber ku ew girêdayî garantiyên takakesî ne ku ev lihevkirina serokatiyê li gorî her aliyekî siyasî pêk bê.”

(fr)

ANHA