Tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê yên Îranê dest pê kir

Tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê yên Îranê dest pê kirin. Navendên dengdayînê deriyên xwe li pêşiya hilbijêran vekirin ji bo ku li şûna Îbrahîm Raîsî serokekî hilbijêrin.

Tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê yên Îranê dest pê kir
5 tîrmeh 2024   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Dengdanê serê sibehê dest pê kir. Di dengdana tûra destpêkê de Celîlî ji sedî 38,6’ê dengan, parlamenterê 69 salî Pizişkiyan jî ji sedî 42,4’ê dengan wergirtibû.

Muhafazakarê tund Seîd Celîlî yê 58 salî, bi helwesta xwe ya hişk a li dijî hêzên rojavayî tê naskirin. Celîlî piştgiriya Serokê Meclîsê yê muhafazakar Muhammed Bakir Galîbaf wergirt ku di tûra destpêkê de ji sedî 13,8’ê dengan wergirtibû û bûbû sêyemîn.

Celîlî û Pizişkiyan, di nîqaşa xwe ya destpêkê ya li ser televîzyonê de, li ser zehmetiyên ekonomîk ên welêt, têkîliyên navneteweyî, kêmbûna di tevlîbûna hilbijartinê de û astengiyên ku hikûmetê ji bo înternetê derxistine, nîqaş kirin.

Pizişkiyan got: "Mirov ji me razî nînin. Eger ji sedî 60’ê nifûsê beşdarî hilbijartinê nebe, wê demê pirsgirêkeke cidî ya vê hikûmetê heye."