Di çalakiyên hewayî yên gerîla de 5 leşker hatin kuştin
HPG’ê ragihand ku Yekîneya Şehîd Axîn Mûş 4 çalakiyên hewayî kirine û di çalakiyan de 5 leşkerên Tirk hatine kuştin.
![Di çalakiyên hewayî yên gerîla de 5 leşker hatin kuştin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_6687a4e2ad573.jpg)
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
“Ji bo bîranîna fermandara me ya fedayî ya Apoyî Axîn Mûş ku endama Konseya Fermandariya HPG û YJA Starê ye û fermandariya Tabûra Nemiran û Eyaleta Amedê kiriye, Yekîneya Şehîd Axîn Mûş hate avakirin. Yekîneya Şehîd Axîn Mûş bi amûrên hewayî 4 çalakiyên cuda li dar xistin.
Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş 4’ê Tîrmeha 2024’an dagirkerên ku xwestin li qada Sergelê bi cih bibin, kirin hedef, 2 caran dagirkerên ku li hev kom bûne, carekê wesayîta zirxî ya tîpa Kîrpî û carekê jî cebilxaneya aîdê dagirkeran, ji hewa ve lê xist.
Di 4 çalakiyên hewayî yên yekîneya me ya şehîd Axîn Mûş de, bi giştî; 5 dagirker hatin cezakirin, wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî û cebilxaneya aîdê dagirkeran hatin îmhakirin.”