Kemal Necim bû serokê HRRK‘ê

HRRK‘ê di civîna xwe ya yekemîn a piştgiriya kongreya 10‘emîn de serokê xwe hilbijart û plansaziya kar aşkera kir.

Kemal Necim bû serokê HRRK‘ê
12 mijdar, 2026   20:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ku 6‘ê vê mijarê kongreya xwe ya 10‘emîn li dar xistibû, têkildarî kongreyê û civîna yekemîn îro daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku HRRK‘ê piştî kongreya xwe ya 10‘emîn ku 6‘ê Mijdarê (2026) pêk hatibû, civîna yekemîn  bi beşdariya endamên desteya rêveber a hevgirtinê li dar xist. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku civîn bi armanca nîqaşkirina rewşa rêxistinî û rêveberî ya hevgirtinê û danîna planaziya dema pêş ku li gorî biryarên kongreyê be hat lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyê, Kemal Necim wekî serokê HRRK‘ê, Mistefa Ebdo cîgirê wî û Munîr Şêxê wekî berdevkê hevgirtinê hatin hilbijartin. Her wiha endamên komîteyên çalakî, têkilî, çapkirin, arşîv, jin û ciwanan hatin hilbijartin.

Di daxuyaniyê de, biryarên ku hatine dayîn hatin aşkerakirin û wiha hatin rêzkirin "Destpêka kanûna bê )2026) Mîhrîcana 2‘yemîn a Çand û Hunerê ya Rojava dê were lidarxistin û di mîhrîcanê de dê xelata HRRK‘ê ya afrîneriyê ya 2026‘an were dayîn, amakeriyên beşdariya Pêşangeha Pirtûkan a salane were kirin, malpera fermî ya HRRK‘ê www.rojava.net dê were aktîfkirin,  amadekariyên pêşbirka helbestên kurdî ya ji bo bîranîna helbestvan Ehmed Huseynî were berdewamkirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, ji bo pêkanîna biryarên kongreya 10‘emîn, xurtkirina mekanîzmeya karê rêxistinî û rewşenbîrî, ji bo berfirehkirina çarçoveya çalakiyan, pêşxistina beşdariya HRRK‘ê û rola wê di xizmeta çanda kurdî li Rojava  dê xebat were kirin.

(bb)