`Mala min kirine koxika ajalan`

Koçberekî Serêkaniyê got mala wî kirine koxika ajalan û destûr nadin ku ew vegere mala xwe.

`Mala min kirine koxika ajalan`
4 hezîran, 2026   07:30
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Koçberên Serêkaniyê ji ber kiryarên çeteyên dewleta Tirk a dagirker nikarin vegerin warê xwe. Çeteyên Tirkiyeyê mal û milkên wan desteser kirine û nadin wan. 

Koçberê bi navê Ebû Îbrahîm ê ji gundê El Cemîliyê yê girêdayî Serêkaniyê got di cejna Remezanê de ew çûye gundê xwe û xwestiye binêre çi bi mal û milkên wî hatiye. Ebû Îbrahîm dema diçe gundê xwe dibîne ku erdê wî yê hezar û 500 donim hatiye çinîn.

Ebû Îbrahîm diyar kir ku erdê wî di destê çeteyan de ye û wiha got: "Ez çûm gundê xwe, min şoq derbas kir, dema min dît erdê min ji xwe re çandine û çinîne. Erdê min di destê çeteyekî de ye û ew ji bajarê Helebê ye. Dema min erdê xwe xwest kesê ku dirûna erdê min kiriye, ji min re got wî erdê min ji komekê kirê kiriye û mafê min nîn e ez daxwaza tiştekî bikim."

Ebû Îbrahîm anî ziman ku çi qasî mafê xwe xwestiye kesekî bersiva wî nedaye û wiha got: "Min xwe gihand kesên ku destê xwe danîne ser erdê min û min got ez xwediyê erd im. Ji min re gotin tu mafên te nîn in tu tiştekî ji me bixwazî û wan erd ji koman kirê kirine."

Ebû Îbrahîm got koçberên Serêkaniyê di van şert û mercan de nikarin vegerin, ji ber ku mal û milkên wan di destê çeteyan de ne.

Ebû Îbrahîm diyar kir ku destûr nedanê ku derbasî mala xwe bibe û wiha got: "Mala min kirine koxa ajalan. Hemû kel û pelên me dizîne. Min ji wan xwest mala min vala bikin, lê belê qebûl nekirin ku vala bikin."

Koçberekî dîtir ê Serêkaniyê ku nexwest navê wî were naskirin, got: "Ez di cejna Remezanê de çûm gund û min xwest mala xwe bibînim. Malbatên ku di mala min û mala birayên min de, destûr nedan ez derbasî hundir bibim û mala xwe bibînim. Dema min ji wan xwest ji malên me derkevin pere ji min xwestin û gotin ji bo her malekê tu yê 3 hezar dolar bidî heyanî ku ew derkevin, ji ber wan ev mal ji koman kirîne."

Heman koçberî got gelek niştecih li bajarê Serêkaniyê û gundên wê hene û wiha got: "Destûr nedan ku ez derbasî malan bibim. Li bajar û gundan gelek niştecih hene û bajar gelekî hatiye guhertin."

Dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê piştî êrişên giran bajarên Serêkaniyê û Girê Spî di Cotmeha 2019‘an de dagir kirine. Di encama van êrişan de bi hezaran niştecihên resen hatin koçberkirin û mal û milkên wan hatin desteserkirin. Ji bo vegerandina milkan li xwendiyên wan garantî nehatine dayîn.

(np)

ANHA