Tevgerên jinan ên li Dêrazorê cezayê darvekirinê yê li dijî Werîşe Mûradî şermezar kir

Kombûna Jinan a Zenûbiya û gelek tevgerên jinan ên din li kantona Dêrazorê bi daxuyaniyekê cezayê darvekirinê yê li dijî çalakvana Kurd Werîşe Muradî şermezar kir.

Tevgerên jinan ên li Dêrazorê cezayê darvekirinê yê li dijî Werîşe Mûradî şermezar kir
16 mijdar, 2024   16:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û tevgerên jinan ên li kantona Dêrazorê têkildarî cezayê darvekirinê yê ku rejîma Îranê li dijî çalakvana Kurd Werîşe Mûradî biriye, daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de cezayê darvekirinê yê li dijî Werîşe Mûradî hate şermezarkirin û hate diyarkirin ku rejîma Îranê hedefgirtina çalakvan û siyasetmedarên jin ên têkoşer didomîne.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku li hember zilm û tundiya li ser jinan  rabin. Her wiha hate diyarkirin ku pergalên desthilatdar jinên serketî qebûl nakin.

(bb)

ANHA