Tevgera Îsraîlê li Quneytîrayê dewam dike

Yekîneyeke artêşa Îsraîlê ket gundewarên Quneytîrayê, bendên kontrolê danîn û mal kontrol kirin.

Tevgera Îsraîlê li Quneytîrayê dewam dike
13 kanûn, 2025   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewriyeyeke artêşa Îsraîlê ku 10 erebeyan pêk dihat, vê sibehê ket herêma Seyda Hanût ê başûrê Quneytîrayê.

Hate diyarkirin ku dewriyeyê bendeke kontrolê li herêmê danî û malên şêniyan kontrol kirin.

Li gorî SOHR’ê, duh yekîneyeke artêşa Îsraîlê ket gundên Berîqa û Bîr Eceb ên gundewarên Quneytîrayê.

SOHR’ê da zanîn ku pevçûn û destgîrkirin çênebûn.

(b)