Di êrişa li ser Rûsyayê de 2 kes hatin kuştin

Balafireke bêmirov a biçek a Ukraynayê li bajarê Saratov ê Rûsyayê avahiyek bombebaran kir. Di encamê d 2 kes hatin kuştin û hin kes jî birîndar bûn.

Di êrişa li ser Rûsyayê de 2 kes hatin kuştin
13 kanûn, 2025   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku waliyê herêma Saratov a Rûsyayê Roman Posargin li ser Telegramê parve kirine, di êrişa balafireke bêmirov a biçek a Ukraynayê ya li ser avahiyekê de, 2 kes hatin kuştin û çend kes birîndar bûn.

Saratov li ser çemê Volgayê ye, bi qasî 625 kîlometreyan dûrî sînorê Ukraynayê ye. Berê jî êrişên hewayî li diîj wê hatine kirin û parzûngehên wê yên petrolê û baregeheke hewayî ya li herêmê hatin hedefkirin.

(b)