Tevgera Hîlala Zêrîn berxwedana Îmraliyê silav kir

Tevgera Hîlala Zêrîn berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana gerîlayan silav kir û banga şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Tevgera Hîlala Zêrîn berxwedana Îmraliyê silav kir
Tevgera Hîlala Zêrîn berxwedana Îmraliyê silav kir
Tevgera Hîlala Zêrîn berxwedana Îmraliyê silav kir
Tevgera Hîlala Zêrîn berxwedana Îmraliyê silav kir
Tevgera Hîlala Zêrîn berxwedana Îmraliyê silav kir
13 sibat, 2024   17:25
HESEKÊ

Tevgera Hîlala Zêrîn der barê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de li navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya li Hesekê daxuyaniyek da. Endama rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn Sîmav Ebdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de berxwedana Îmraliyê hate silavkirin û komploya navneteweyî ya di 1999ˊan de li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye û hêzên beşdarî komployê bûne hatin şermezarkirin.

Her wiha berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana gerîlayên azadiyê hatin silavkirin.

Di daxuyaniyê de banga rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat kirin.

Tevgerê di daxuyaniya xwe de got ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin, her wiha bang li hunermend, nivîskar, rewşenbîrê û azadîhezan kir ku tev li têkoşîn û şoreşa azadiyê bin.

Piştî daxuyanî hat xwendin koma Meşaleyên Azadiyê şanoyek li ser berxwedana girtîgehan pêşkêş kir.

(fr)

ANHA