Erdogan û Mesrûr Barzanî li Dubaiyê civiyan

Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan û Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Dubaiyê di Lûtkeya Hikûmetan a Cîhanê de li hev civîn.

Erdogan û Mesrûr Barzanî li Dubaiyê civiyan
13 sibat, 2024   17:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Dubaî yê Îmaratê bi sernavê “Teşedayîna Hikûmetên Pêşerojê” Lûtkeya Hikûmetan a Cîhanê hat lidarxistin. Serokomarê AKP’yî yê dewleta Tirk a dagirker Erdogan û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di lûtkeyê de hevdîtin kirin. Hat zanîn ku Berpirsyarê Ofîsa Têkiliyên Karên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî di hevdîtinê de amade bû.