Xelkê Dêrik û Girkê Legê sersaxî da malbatên her du şehîdan Azadî û Cabir

Bi sedan xelkê Dêrikê û Girkê Legê sersaxî da malbata yek ji fermandarên YPJˊê Azadî Dêrik û malbata şervanê YPJˊê Cabir El Ebo.

Xelkê Dêrik û Girkê Legê sersaxî da malbatên her du şehîdan Azadî û Cabir
Xelkê Dêrik û Girkê Legê sersaxî da malbatên her du şehîdan Azadî û Cabir
Xelkê Dêrik û Girkê Legê sersaxî da malbatên her du şehîdan Azadî û Cabir
Xelkê Dêrik û Girkê Legê sersaxî da malbatên her du şehîdan Azadî û Cabir
13 sibat, 2024   17:05
QAMIŞLO

Bi sedan xelkê Dêrik û Girkê Legê berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Azadî Dêrik (Emîne Seyid Ehmed) û şehîdê YPGˊê Cabir El Ebo li bajarokê Xana Serê yê girêdayî Dêrikê. Azadî Dêrik di 11ˊê Sibatê de di êrişa balafira bêmirov a artêşa Tirk a dagirker li dijî Navenda Federasyona Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Qamişloyê de şehîd bû, her wiha Cabir El Ebo di 12ˊê heman mehê de di qezayekê de şehîd bû. 

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Sabir Koçer axivî û soza şopandina rêça şehîdan da û wiha got: "Ji bin vê konê sersaxiyê em bang li gelê xwe dikin ku divê em komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bişikînin."

Her wiha şervanê QSDˊê yê li Dêrikê Xalid Hesen got ew ê parastina civak û xakê bikin û wiha domand: "Em ê li dijî dijminê teror ji bo li dijî me şer bike tê bikoşin."

Merasîm bi diruşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

(fr)