Tevgera dewleta Tirk û çeteyên wê li Heleb û Idlibê… armancên stratejîk û çareserî – EHMED MIHEMED

Tevgera dewleta Tirk û çeteyên wê li Heleb û Idlibê… armancên stratejîk û çareserî – EHMED MIHEMED
1 kanûn, 2024   06:10

Li Helebê û gundewarên Idlibê yên Sûriyeyê tevgerên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zêde dibin, ev yek rewşên siyasî û herêmî yên tevlihev nîşan dide, bi taybetî jî Tirkiye ku bi van operasyonan hewl dide destkeftiyên siyasî bi dest bixe û peyaman bide Îsraîl, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Rûsyayê. Her wiha hewl dide li dijî Rêveberiya Xweser rastiyeke nû li herêmên bakurê Sûriyeyê ferz bike. Di vê rewşê de pirsek tê bîra mirov; çareya herî guncaw ji bo rûbirûbûna van kêşeyan û rêgirtina pêşiya dagirkirina axa Sûriyeyê çi ye?

ALOZBÛNA NAKOKIYÊN HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ

Nakokiya li ser erdnîgariya Sûriyeyê ne nakokiyeke di navbera hêzên navxweyî de ye, lê belê qada şerê hêzên herêmî û navneteweyî ye, di serî de Tirkiye ku dixwaze qada dagirkeriya xwe berfireh bike û daxwazên xwe yên Osmaniyan pêk bîne.

3 aliyên din jî hene; DYA, Îsraîl û Rûsya, her wiha Tirkiye ku serkêşiya êrişa dawîn dike. Ev alî dixwazin bi vê êrişê hin peyaman bidin. Tevî nakokiyên berjewendiyên herêmî û navneteweyî li hin deverên din, lê berjewendiya her sê aliyan di xaleke diyarkirî ya krîza Sûriyeyê de li hev dike, ew jî ew e ku hikumeta Şamê neçar bikin hêzên Îranê ji Sûriyeyê derxe û dawî li bandora Îranê ya li Sûriyeyê bînin.

PEYAMÊN JI DYA’YÊ RE... LI ROJHILATA NAVÎN XÊZKIRINA NEXŞEYÊN NÛ

Dagirkeriya Tirk ji lihevhatina berjewendiyên van her sê aliyan sûdê werdigire, hewl dide bi van liv û tevgeran tekez bike ku hêza wê heye ku bandorê li xêzkirina nexşeyên nû yên li Rojhilata Navîn bike.

Ev peyam bi taybetî ji DYA’yê re tên şandin ku bi vegera Donald Trump bo serokatiyê amadekariya qonaxeke nû ya siyasî dike. Dagirkeriya Tirk li hemberî bandora Îranê hewl dide hêza xwe li herêmê nîşan bide.

PÊŞXISTINA TÊKILIYÊN BI ÎSRAÎLÊ RE

Di heman demê de dagirkeriya Tirk bi nîşandana hêza xwe ya rûbirûbûna bandora Îranê li Sûriyeyê, hewl dide têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re bi pêş bixe. Ev pêngav li gorî berjewendiyên Îsraîlê ye ku berfirehbûna Îranê wek metirsiyeke hebûnê dibîne. Ji ber vê yekê, Enqere hewl dide têkiliyên xwe yên bi Tel Avîvê re li ser bingehên nû ji nû ve ava bike û rola xwe wek hêzeke herêmî ku bikare hevsengiyê pêk bîne, zêde bike.

Di vê pêngavê de her wiha peyamên nepenî û fişarên li ser Rûsyayê hene, da ku Rûsya fişarê li hikumeta Şamê bike, ji bo ku peywendiyan bi Tirkyeyê re asayî bike, nemaze piştî Beşar Esed hevdîtina bi Erdogan re nepejirand. Nûnerê Rûsyayê yê Sûriyeyê Aleksander Lavrentiev jî got: “Em tiştan bi nav bikin; Tirk wek welatekî dagirker tev digerin û ji bo Şamê jî zehmet e ku bikeve nava diyalogê bêyî ku grantî hebin ku Tirkiye dê hêzên xwe vekişîne."

Ji van hemû tiştan diyar dibe ku dagirkeriya Tirk dixwaze ji aliyên ku destwerdana aloziya Sûriyeyê kirine, wekî DYA û Rûsyayê, "ronahiya kesk" wergire û êrişeke leşkerî ya nû li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk lê ye, pêk bîne.

MIJÛLBÛNA ÎRAN Û HIZBULLAHÊ B IKAR TÎNE

Dem û dîroka ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji bo van tevgeran hilbijartiye, ne tesaduf e, lê di dema mijûlbûna Hizbullah û komên alîgirên Îranê bi şerê berdewam ê li Lubnanê bi Îsraîlê re de pêk hatine. Vê mijûlbûnê derfet da dagirkeriya Tirk ku li herêmên navborî bi awayekî azad tevbigere, bêyî ku rastî bertekên tund were.

Ne tesaduf e ku êrişên vê dawiyê piştî ragihandina rêkeftina agirbestê li Lubnanê bi rojekê pêk hatin, ku ev yek piştrast dike ku dagirkeriya Tirkiyê bi baldarî dem hilbijartiye da ku destkeftiyên herî mezin ên siyasî û meydanî bi dest bixe.

ÇETE Û BIKARANÎNA DERFETAN

bikaranîna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji rewşa tevliheviya li herêmê û mijûlbûna Hizbullah a li eniya Lubnanê, asta pêwendiya di navbera aliyên cuda yên Rojhilata Navîn de nîşan dide. Her wiha dide nîşandan çawa ev alî li gorî şert û mercan arîşeyan ji qadekê vediguhzêin qadeke din.

STRATEJIYA PIRALÎ

Bi giştî tevgera dawî ya dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên xwe Heyet Tahrîr El Şam, beşeke ji stratejiyeke piralî ya ji bo bidestxistina armancên leşkerî, siyasî û aborî ye. Enqere bi vê stratejiyê hewl dide ku bandora xwe xurt bike û rola xwe ya herêmî ji nû ve xêz bike. Ji şert û mercên heyî sûd werbigire û peyamên zelal bide hemû aliyan ku Tirkiye hêzek e ku nayê paşguhkirin e û ligorî berjewendiyên xwe dikare bandorê li geşedanên li herêma Rojhilata Navîn bike.

Ev geşedan piştrast dikin ku tişta li gundewarê Heleb û Idlibê diqewime ne tenê êriş û tevgereke leşkerî ye, lê belê beşek ji lîstikeke aloz a herêmî û navdewletî ye, ku bi rêya wê Tirkiyê hewl dide pêgeha xwe wek aktorekî sereke di paşeroja herêmê de bihêz bike. Her wiha daxwaza xwe ya berfirehkirina dagirkeriya xwe li herêmên din nîşan dide, ji Helebê heta Mûsilê li Iraqê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bike armanc.

LIHEVKIRINA DI NAVBERA HIKUMETA ŞAMÊ Û RÊVEBERIYA XWESER DE... PÊWÎSTIYEKE NIŞTÎMANÎ

Çareseriya herî guncaw ku rê li ber berfirehbûna dagirkeriya Tirkiyê bigire, rê li ber parçebûna Sûriyeyê bigire û destwerdana hêzên navdewletî di karûbarên Sûriyeyê de bisînor bike, ew e ku lihevkirineke siyasî di navbera hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk were.

Eger di vê lihevkirinê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji aliyê Şamê ve bi fermî bête naskirin û mafên wê yên siyasî û rêveberî bêne pejirandin, dê yekîtiya axa Sûriyeyê bihêztir bike û rê li ber destwerdanên nû yên derve bigire.

HÊZÊN SÛRIYA DEMOKRATÎK

Bi taybet bi hebûna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku hêza xwe di rûbirûbûna êrişan de û şerê li dijî çeteyên herî tund ên wekî DAIŞ’ê de îspat kiriye, dikarin bi hev re roleke diyarker di parastina sînorên Sûriyeyê de bilîzin. Ji bo vê yekê pêwîst e ev hêz li gorî taybetmendiyên xwe, di nava artêşa Sûriyeyê de cih bigire.

Ev pêngav dê hêza berevaniyê ya Sûriyeyê li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên bi pêşengiya Heyet Tehrîr El Şam xurt bike. Wê eniyeke yekgirtî ava bike ku bikare li dijî her êrişeke herêmî û navneteweyî raweste, di serî de Tirkiye ku dixwze axa Sûriyeyê dagir bike.

Di vê çarçoveyê de hevbendiya di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de gaveke stratejîk e ji bo astengkirina daxwazên dagirkeriya Tirk û vegerandina hevsengiya qada siyasî û leşkerî ya Sûriyeyê.

SÛDÊN LIHEVKIRINÊ JI BO HIKUMETA ŞAMÊ

Hikumeta Şamê rûbirûyê gelek kêşeyan e, ji wan kêşeyan vegerandina kontrola li ser tevahiya xaka Sûriyeyê û nehiştina parçekirina welat. Di şert û mercên niha de hêzên wê bi tena serê xwe nikarin gundewarên Heleb û Idlibê ji dagirkeriya dewleta Tirk biparêzin. Ji ber vê yekê hevkariya bi QSD’ê re wê hêzeke zêde bide Şamê û hêza wê ya parastina yekitiya xaka Sûriyeyê zêde bike.

EZMÛNA DEMOKRATÎK A HERÊMA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Ezmûna demokratîk a ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşkêş dike, tevî hin kêşeyan jî, nimûneyeke ku bikaribe tevkariyê li avakirina pêşerojeke hevpar a hemû gelê Sûriyeyê bike. Pejirandin û pêkanîna vê ezmûnê di nava Sûryayeke yekgirtî û nenavendî de, dê atmosfêreke baweriyê çêbike û rê li ber çareseriyeke siyasî ya berfireh veke ku mafên hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê misoger bike û yekîtiya welat xurt bike.

Li hemberî kêşeyên heyî, di serî de jî dagirkeriya Tirkyeyê, lihevkirina di navbera hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, a ji bo vê yekê amade ye, pêwîstiyeke lezgîn e.

(k)