‘Em dê heya bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêbertî çalakiyan bidomînin’

Welatiyên ji kantona Reqayê diyar kir ku têkoşîna li dijî pergala îşkence û qirkirinê dê berdewam bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

‘Em dê heya bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêbertî çalakiyan bidomînin’
1 kanûn, 2024   03:10
REQA
DÎMA MIHEMED

Welatiyên ji kantona Reqayê pergala îşkence û qirkirinê ya ku desthilata Tirk li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne û qedexeya hevdîtinê ya ku di 21ˈê Mijdarê de 6 mehên din dirêj kir, şermezar kir. Welatiyan got dê li hemberî vê pergalê têkoşînê bidomînin heya ku Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe.

Ebdulxefûr El Iwêd anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî li Îmraliyê girtî ye, lê fikir û felsefeya wî ku banga azadiya gelan, yekitî û demokrasiyê dike, azad in.

Ebdulxefûr El Iwêd diyar kir ku dê heya mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.

Welatiya bi navê Emîra El Nehar pesnê ramanên azad ên Rêber Abdullah Ocalan û bandora wan a li ser jinan da û destnîşan kir ku bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê xwe di hemû qadan de girtiye û mafên xwe bi dest xistine.

Emîra El Nehar anî ziman ku heya bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê têkoşîn û çalakiyan bidomînin.

Welatiyê bi navê Yasir El Ehmed pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Em şêniyên Reqayê bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û projeya wê ya demokratîk ve girêdayî ne heya azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin."

(bb)

ANHA