Piştî Heleb û Idlibê, çeteyan hin gundên Hemayê jî kontrol kirin

SOHRˋê diyar kir ku çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" gelek herêmên gundewarê Hemayê xistin bin kontrola xwe.

Piştî Heleb û Idlibê, çeteyan hin gundên Hemayê jî kontrol kirin
30 mijdar, 2024   21:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku hêzên Şamê ji bajarê Hemayê vekişiyan. Lê di raporên dawîn de hat gotin ku hêzên Şamê venekişiyane. Li Idlibê jî, çeteyan ragihand ku bajarê Meret Numan û Xan Şêxon xistine bin kontrola xwe. 

SOHRˋê destnîşan kir ku hêzên Şamê ji bajarê Hemayê vekişiyane û anî ziman ku karwanên leşkerî yên artêşa Sûriyeyê ji Hemayê ber bi Humsê ve vekişiyane. SOHRˋê diyar kir ku çeteyên Heyetˋê di saetên borî de 16 gundên Hemayê xistine bin kontrola xwe.

Li aliyekî din jî hêzên Şamê got ew hîna li nuqteyên xwe yên li bakur û rojhilatê Hemayê ne û amade ne bersiva êrişên çeteyan li dijî Hemayê bidin.

(fr)