Tevgera Azadî: Hedefgirtina sivîlan hovîtiya Erdogan nîşan dide
Tevgera Azadî diyarkir ku hedefgirtina sivîlan kiryareke hovaneye, li dijî hemû nirx û exlaqê mirovahiyê ye û got: “Divê her Kurdek xwedî wijdan li beramberî van komkujiyên dewleta Tirk bêdeng nemîne.”

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê têkildarî êrişa dewleta Tirk a duh ya li nêzî bajaroka Xelekan a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ku di encamê de welatiyê bi navê Muzafer Hisên Xidir û du kurên wê têde şehîd bûn, daxuyaniyek nivîskî parve kir.
Daxuyaniya Tevgera Azadî wiha ye:
“Hedefgirtina bav û her du kuran a li ser rêya Xelekan-Dukan kiryareke terorîstî, hovane û li dijî hemû exlaqê mirovahiyê ye ku ji aliyê Erdoganê hov ve pêktê
Diyare hikûmeta Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê xwe di ber xwîna hemwelatiyan de berpirsyar nabînin. Ger ne wisan ba, ma ji vê hovîtî û binpêkirinê eşkeretir çi tiştek din heye! Bav û du kur bi balefirên bê mirov ên dewleta Tirk tên bombebarankirin û di wesayîtê de dişewitin. Divê her Kurdek xwedî wijdan li beramberî van reşkujiyên dewleta Tirk bêdeng nebe. Bêdengî û bêhelwestî rewşê xirabtir dike û jiyana kesê parastî namîne.
Divê ev rastî ji aliyê her kesê ve were zanîn tenê bi îrade û xwe rêxistinkirina gelê me, dikarîn dijmin, sîxûr û xwefiroşan bisekinînin. Divê gel xwe biparêze, xayîn û hevkarên dewleta Tirk a dagirker şermezar bikin û ji welat derxînin.”