2 dronên din ên dagirkeran hatin xistin
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê 2 dronên din ên artêşa Tirk a dagirker xistin.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku 2 dronên din ên artêşa Tirk a dagirker xistine xwarê.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê şervanên meclisê danê sibehê 2 dronên din ên artêşa Tirk a dagiker li gundê Ceradê yê bakurê kantonê xistin.
Di daxuyaniya navendê ya beriya nêzî saetekê de hatibû gotin, ku şervanan li heman gundî droneke artêşa dagirker xistibû.
(bb)