TEV-ÇAND: Di êrîşan de sînemeger Mensûr Kerîmeyan şehîd bû

TEV-ÇAND'ê diyar kir ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê de sînemeger Mensûr Kerîmeyan şehîd bûye. 

TEV-ÇAND: Di êrîşan de sînemeger Mensûr Kerîmeyan şehîd bû
28 kanûn, 2023   13:35
QAMIŞLO

Tevgera Çand û Hunerê (TEV ÇAND) a Mezepotamya, Tevgera Hîlala Zêrîn, Desteya Çandê, Yekîtiya Hunermendan û Yekîtiya Rewşenbîran derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li  ser herêmê de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi beşdariya gelek hunermend, rewşenbîr û sînamegeran hat dayîn.

Endamê TEV-ÇAND'ê ya Mezepotamya  Aram Hesen daxuyanî xwend û bal kişand ku dewleta Tirk a dagirker hebûna xwe li ser tunebûna gelê Kurd û Kurdistanê ava kiriye, ji ber wê jî tu pîvanên exlaqî û nirxên civakî nas nake. Aram destnîşan kir ku dewleta Tirk bi feraseta faşîst, qirker, dagirkeriyê êrîş dike û êrîşên dawiyê yên li ser herêmê jî wekî parçeyek vê ferasetê pênase kirin. 

Aram Hesen bibîr xist ku dagirkeran navendên gel ên jiyanî, xizmetguzarî û bînezasiyê bombebaran kirine, di van êrîşan de gelek welatiyên Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûne.

Aram Hesen da zanîn ku yek ji şehîdên bombebaranê jî kedkarê çandê sînemeger Mensûr Kerîmiyan e.

Aram Hesen diyar kir ku Mensûr Kerîmyan ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ku bi serhildêriya xwe tê nasîn e û derbarê Kerîmyan de ev agahî parve kirin: "Mamoste Mensûr Kerîmyan jî li ser vê çanda berxwedêr mezin bû. Li çar parçeyên Kurdistanê bi hestên welatparêziyê xizmeta hunera Kurdistanê kir. Di çêkirina fîlmên Dema Dirîreşkan, Şengal, Kobanê û Evîna Kurd de cihê xwe girt. Herî dawiyê ji ber zextên rejîma Îranê berê xwe dabû Rojavayê Kurdistanê."

Endamê TEV-ÇAND'ê Aram Hesen di dawiya daxuyaniyê de biryardariya xwe ya şopandina rêya şehîdan vegot û ev peyam da:  "Em ê bi afrandina hunera şoreşgerî, rûyê dijmin yê reş derxînin holê û li ser şopa şehîdên xwe bimeşin."

Daxuyaniya ku wêneyên Sînemager Mensûr Kerîmyan hatin bilindkirin, bi dirûşmeyên "Bimre dagirkerî", "Bimre xiyanet" û "Bijî Rêber Apo" bidawî bû. 

(lî/a)

ANHA