Hikumeta Şamê êrişên dewleta Tirk paşguh kirin

Wezareta Karên Derve ya hikumeta Şamê êrişên dewleta Tirk a dagirker paşguh kirin, lê bang li Konseya Ewlehiyê ya NY`yê kir ku berpirsyariyên xwe bîne cih û rê li pêşiya "siyasetên dijminane yên Îsraîlê" bigire.

Hikumeta Şamê êrişên dewleta Tirk paşguh kirin
28 kanûn, 2023   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Şamê bang li sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) û serokê Konseya Ewlehiyê ya NY’yê kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih û “siyasetên dijminane yên Îsraîlê” yên li dijî Sûriyeyê rawestînin. Lê belê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên domdar ên li ser xaka Sûriyeyê paşguh kirin. 

Wezarata Karên Derve ya hikumeta Şamê têkildarî êrişa Îsraîlê ya li dijî Şamê ya 25`ê vê mehê ku tê de rayedarê Pasdarên Îranê Riza Mûsewî hatibû kuştin, daxuyaniyek da.

Di encama êrişên dewleta Tirk de, binesazî, navendên xizmetguzariyê, mal û milkên taybet û sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêran bûn. Her wiha gelek welatî şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn. Nêzî 90 hezar xwendekar ji perwerdeyê bê par man.

(şx)