HPG’ê nasnameya 2 şehîdan aşkera kir

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê 2 gerîlayên li Amanosan şehîd bûbûn, bi rêzdarî bi bîr anî û soza berdewamkirina têkoşîna şehîdan dubare kir.

HPG’ê nasnameya 2 şehîdan aşkera kir
27 adar 2024   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê gerîlayên şehîd de wiha ye:Di 27’ê Adara 2018’an de li herêma Samandagî ya Hatayê di navbera hevalên me û leşkerên dijmin de pevçûnek dijwar qewimîn. Hevrêyên me Demhat û Andok di vê pevçûnê de derbên giran li dijmin xistin, bi fedayî şer kirin û şehîd bûn. Em hevrêyên xwe Demhat û Andok ên ku li her qada ku lê bûn temsîla fedaîtiya Apoyî kirin û tevlî karwanê nemiran bûn. Di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî wan bi bîr tînin.

Hevrêyên me Demhat û Andok li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me, di heman salê biryara tevlî nava refên gerîla dan. Demhat û Andok li herêmên cuda yên çiyayên Kurdistanê gerîlatî kirin. Ji ber bi çavkaniya azadiya Rêber Apo ve xwe têr û tijî kirin, li hemberî komkujiyên ser gelê me heman bertek nîşan dan û derbasî qada Şengalê bûn. Hevrêyên me li vir di eniyên cuda de lê bi heman armancê şer kirin, weke çarenûseke hevpar di heman salê de pêşniyara derbasbûna li Bakurê Kurdistanê kirin. Li ser vê bingehê hevrêyên me Demhat û Andok ku bi hev re derbasî Amanosê bûn, di koma Samandagî de cih girtin û ji bo têkoşîna azadiya gelê me bigihînin serkeftinê bi rê ketin.

Hevrêyên me Demhat û Andok ku ji Herêmên Parastinê yên Medyayê ber bi Şengalê û ji wir jî heta Amanosê di rêyên hêviyê de bi hev re meşiyan, bi yekîtiya bêhempa ya hevrêtiya Apoyî bi qasî pratîkên jiyan, li hember êrîşa dijmin bi xeta fedaîtiyê ya berxwedana dîrokî careke din îspat kirin. Em sersaxiyê di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me Demhat û Andok ên ku bûne ruhê cêwî, ji tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe bi biryardarî bidomînin.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Demhat Rêzan

Nav û paşnav: Îsmaîl Ozdemîr

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dayik û bav: Fatim - Osman

Dem û cihê şehadetê: 27 Adar 2018 / Amanos

 

Nasnav: Andok Bagok

Nav û paşnav: Delîl Goktaş

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê dayik û bav: Zeynê – Îbrahîm

Dem û cihê şehadetê: 27 Adar 2018 / Amanos."