Têkildarî "Rola civakê di xurtkirina îstîqrar û aştiyê de" panel

Beşdarên panela diyalogê ya li ser "Rola civakê di xurtkirina îstîqrar û aştiya civakî de" diyar kir ku hembêzkirina projeya aştiya civakî, ji bo avakirina Sûriyeyeke siberojê, Sûriyeyeke pirrengî ya nenavendî ku mafên tevahî diparêze pêwîstiyek e.

27 nîsan, 2025   17:45
TEBQA

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê bi diruşma "Rola civakê di xurtkirina îstîqrar û aştiya civakî de" li navenda çandê ya Tebqayê paneleke diyalogê da. Di panelê de bi dehan nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclisên girêdayî wê, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û koçberên kantona Efrîn û Şehbayê amade bûn.

Di panelê de hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mehmûd El Mislet axivî û got: "Aştiya civakî ne tenê diruşmeyek e, lê pêkanîna rojane ye û pêdiviya xwe bi baweriyeke dualî ya di navbera tevahî pêkhateyan û têkoşîna dijî xîtaba nefretê û cudaxwaziyê de heye."

El Mislet diyar kir ku bajarê Tebqayê di pêkanîna îstîqrarê de piştî ku ji destê desthilata Baas’ê û komên tundrawq êşên mezin kişandin, modeleke serketî pêşkêş kir û berpirsiyariya vê îstîqrarê dikeve ser milê hemûyan.

El Mislet anî ziman ku wê civak ne tenê wergirê aştiyê be, lê wê çêkerê aştiyê be û bi hevgirtina tevahî pêkhateyan wê zehmetî werin derbaskirin û tu kes nikaribe vîna gel bişikîne.

El Mislet destnîşan kir ku di dirêjahiya dîrokê de eşîr valve û parêzvanên ewlehiya civakê bûn, her wiha ji bo aştiya civakî, sekinandina dijî fitneyê û dûrketina ji mezhebperestiyê û têkbirina gendeliyê xwedî girîngiyeke mezin bûn.

El Mislet bang kir ku divê tevahî pêkhateyên Sûriyeyê di her dan û standineke siyasî ya sebirojê de beşdar bibin, ji ber bêyî beşdariya tevahî mezhebên gelê Sûriyeyê di sazkirina siberoja welatê xwe de aştî pêk nayê.

Di dawiyê de beşdaran diyar kir ku ew şerê navxweyî red dikin û banga hembêzkirina projeya aştiya civakî û jiyana hevbeş kir û got pêwîstî bi avakirina Sûriyeyeke siberojê, pirrengî û nenavendî heye ku mafên tevahiyan biparêze.

(fr)

ANHA