2 ciwanên Êzidî radestî malbatên wan hatin kirin

Mala Êzidiyan a bajarê Til Koçerê û Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya QSD’ê ciwanên Êzidî Diyar Elî Refo û Osman Elî radestî malbatên wan kirin.

2 ciwanên Êzidî radestî malbatên wan hatin kirin
2 ciwanên Êzidî radestî malbatên wan hatin kirin
2 ciwanên Êzidî radestî malbatên wan hatin kirin
2 ciwanên Êzidî radestî malbatên wan hatin kirin
2 ciwanên Êzidî radestî malbatên wan hatin kirin
2 ciwanên Êzidî radestî malbatên wan hatin kirin
27 nîsan, 2025   16:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) 21’ê Nîsanê ciwanên Êzidî Diyar Elî Refo û Osman Elî rizgar kiribû û radestî Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya QSD’ê kiribûn.

Îro bi navbeyna Mala Êzidiyan a Til Koçer û Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî QSD’ê, her du ciwanên Êzidî li deriyê Til Koçerê piştî dayîna daxuyaniyekî radestî malbat û rayedarên hikûmeta Iraqê re hatin kirin.

Her du ciwanên Êzidî di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê hatibûn revandin.

(bb)

ANHA