Têkildarî pêvajoya perwerdehiyê gavên nû yên telafîkirin û tevlêkirinê

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo telafîkirina perwerdeya di ser xwendekaran re derbas bûye û vegerandina pêvajoya xwendinê li dibistanên ku di bin serweriya rejîma berê de bûn, stratejî danîn.

Têkildarî pêvajoya perwerdehiyê gavên nû yên telafîkirin û tevlêkirinê
27 ÇILE, 2025   04:45
REQA

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl dide jinûve dest bi xwendina li dibistanên di bin kontrola rejîma berê de bû, bike û girîngiyê dide rewşên xwendekarên koçber.

Di vê çarçoveyê de ajansa me bi hevserokê Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîl Xelef El Meter bal kişand ser rewşa perwerdê ya piştî hilweşîna rejîma berê li Sûriyeyê.

El Meter wiha got: "Li çargoşeyên ewlehiyê yên li Qamişlo û Hesekê ku berê di bin rejîm lê bûn, Rêveberiya Xweser girîngiyekê dide temamkirina pêvajoya xwendinê. Rêveberiyê cerdeke giştî ji van dibistanan çêkir û pêdiviyên wan diyar kirin."

El Meter diyar kir ku wê pêvajoya xwendinê bidome û xwendekar wê heta temamkirina pêvajoyên perwerdê, xwendina xwe temam bikin.

El Meter destnîşan kir ku niha lêkolînên malî li ser sererastkirina dibistanên di bin kontrola rejîma berê de tên kirin û got ev dibistan ji bo pêkhateyên civakê girîng in, bi taybet ji bo xiristiyanan û wê xwendina li dibistanan li gorî taybetmendiyên çandî û olî yên her pêkhateyekê bidome.

15 HEZAR XWENDEKAR JI EFRÎN Û ŞEHBA KOÇBER BÛN

El Meter diyar kir ku nêzî 15 hezar xwendekar ji Efrîn û Şehbayê koçber bûne li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.

El Meter diyar kir ku xwendekarên koçber ên li kantona Cizîrê yekser tev li dibistanên kantonê bûn, lê xwendekarên ji kantona Efrîn û Şehbayê yên li Reqayê bi perspektîfa Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Reqayê wê dibistanên nû ji bo wan werin veqetandin, ji ber ku wan bi zimanê Kurdî dixwend.

TELAFÎKIRINA WANEYÊN DERBAS BÛNE

Der barê telafîkirina perwerdeya li ser xwendekarên ku êdî dibistanên wan bûne navendên bicihkirina koçberên Efrîn û Şehbayê de El Meter got: "Plansazî hene ku di demên pêş de wane werin zêdekirin yan jî bi rêya dewreyên havînê werin vekirin ku xwendina li ser xwendekaran derbas bûye, bê telafîkirin."

(fr)

ANHA