Çanda kurdî diparêze û debara malbata xwe dike

Cîhan Hemo ji bo parastina hunera çêwre ya kevnar û bidestxistina dahateke domdar, li ser  şapikan paçikan nexşên bedew dinexişîne.

27 ÇILE, 2025   07:15
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Cîhan Hemo di sala 1969’an de li Helebê ji dayik bûye, berê li gundê Barko yê girêdayî bajarê Mabata yê Efrînê dima û niha li taxa Şêx Meqsûd a Helebê dijî. Di 13 saliya xwe de fêrî hunera Çêwreyê bûye (bi tayên rengîn û morîkan wêneyan li ser paçikan dinexişîne).

Cîhan bi firotina berhemên xwe yên dest li kêleka hevjînê xwe debara malbata xwe dike.

Cîhan a dayîka çar keç û çar lawan, hunera çêwre di nav jinên Kurd de diparêze, û tirsa xwe ya windabûna vê çanda Kurdî tîne ziman û dibêje: "Em ditirsin ku çanda me winda bibe, lewra ez hewl bidim ku bi karê xwe yê rojane vê hunerê biparêzim û fêrî kesên din bikim. "

Cîhan ji xeyalên xwe wêneyên nû çêdike û gorî nexşeya ku dixwaze xêz bike, pêdiviyên xwe yên mîna tayên rengîn û morîkan ji bajarê Helebê peyda dike.

Berhemên Cîhanê di nav jinan de pir tê ecibandin û bihayê wê jî li gorî şert û mercên jiyanê yên heyî têne destnîşankirin. Bihayê perçeyê di navbera 20 û 40 hezar lîreyên sûryeyî de ye.

Cîhan her perçeykî di du rojan de temam dike, lê eger karê malê jî hebe, dibe ku carna zêdeyî 3 rojan li ser her parçeyekî bixebite.

Tevî ku ev xebat bandorê çavên Cîhan dike û dîtina wê kêm bûye jî, lê ew bi biryar e ku vê xebatê dewam bike, Cîhan der barê mijarê de got: "Ez nikarim vî karî berdim, her roj ez bi kêmanî du seetan dixebitim."

(k)

ANHA