Talebanî û Barzanî ji bo namzetê hevbeş ê serokomariyê civiyan

Tevî ku têkildarî naveroka civîna Mesûd Barzanî û Bafil Talebanî daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn jî, lê çavkaniyekê got; “Civîn ji aliyê herdu aliyan ve bi awayekî erênî hat dîtin û li ser namzetekî hevpar ji bo serokomar û avakirina kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê hat axaftin.”

Talebanî û Barzanî ji bo namzetê hevbeş ê serokomariyê civiyan
11 sibat, 2026   21:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li Havîngeha Pîrmam ya ser bi Hewlêrê, Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokê YNK’ê Bafil Talebanî têkildarî mijarên wek namzetê serokomarê Iraqê û avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiyan.

Li gorî agahiyan, Bafil Talebanî beriya ku bi Mesûd Barzanî re bicive, li Pîrmamê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku di heman demê de Cîgirê Yekemîn yê Serokê PDK’ê ye civiya û piştre bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re civiya. Hate zanîn ku her du civînan du saetan dewam kiriye.

Li gorî agahiyan, di civîna navbera Bafil Talebanî û Mesûd Barzanî de, her du aliyan li ser destnîşankirina namzetekî hevbeş ji bo postê serokomarê Iraqê û avakirina kabîneya dehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîqaş kirine.

Ji her du aliyan ve têkildarî naveroka civînan heta niha tu daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Lê li gorî çavkaniyan, her du aliyan jî hevdîtin wekî nêzîkbûnek erênî û baş dîtin. Lê her du alî negihiştine lihevkirinek dawî.