Şêniyên Kobanê: Me şev û rojên xwe kiriye yek û parastina axa xwe dikin

Şêniyên Kobanê diyar kir ku tevî hemû zehmetiyan jî ew ê li ber xwe bidin û got: "Me şev û rojên xwe kirine yek û parastina axa xwe dikin."

Şêniyên Kobanê: Me şev û rojên xwe kiriye yek û parastina axa xwe dikin
Şêniyên Kobanê: Me şev û rojên xwe kiriye yek û parastina axa xwe dikin
Şêniyên Kobanê: Me şev û rojên xwe kiriye yek û parastina axa xwe dikin
Şêniyên Kobanê: Me şev û rojên xwe kiriye yek û parastina axa xwe dikin
Şêniyên Kobanê: Me şev û rojên xwe kiriye yek û parastina axa xwe dikin
12 sibat, 2026   06:45
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Şêniyên Kobanê ya dorpêçkirî ku ji bo parastina herêmê ji êrişan seferber in, nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

Bêrîvan Celal diyar kir ku tevî tunebûna pêdiviyên jiyanê û hemû zehmetiyan jî li ber xwe û wiha got: " Me xeta berxwedanaê ji xwe re esas girtiye. Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin."

Bêrîvan Celal piştgiriya xwe bi YPJ û YPG’ê re anî ziman û wiha domand "Em parastina bajarê xwe didin. Me şev û rojên xwe kirine yek, da ku em Kobaniya xwe biparêzin û nehêlin dijin êrişî me bikin."

Mihemed Salin Ebdirehman jî got, ew tu carî şer naxwazin, tenê dixwazin azadî û aramî li axa wan pêk werin û ev tişt anî ser ziman: "Axa me bi xwîna şehîdên me hatiye rizgarkirin. Em ê tu carî nehêlin destdirêjî li axa me bê kirin."

’EM Ê HEYA DILOPA XWÎNA DI CANÊ ME DE AXA XWE BIPARÊZIN’

Mihemed anî ziman ku ew ê heya serkeftinê li ber xwe bidin û piştgiriya şervanên xwe bikin û got: "Ev ax, axa me ye. Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê axa xwe biparêzin."

Yusra Xişman destnîşan kir ku tevî hemû zehmetiyan ew ê li ber xwe bidin û axa xwe biparêzin û wiha pê de çû: "Kobanê di nava dopêçeke herî giran de ye. Em dixwazin dorpêç li ser gelê me rabe. Ne av, ne xwarin û ne derman tune ne. Tevî hemû zehmetiyan jî em ê li ber xwe bidin û Kobaniya xwe bernadin."

Yusra got, her ku dijmin dixwaze êrişan pêk tînin û Kobanê  dorpêçê kirine, berxwedana wan xurtir dibe.

ANHA